‘Dewleta Tirk li ber çavê cîhanê sûcê şer dike’
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyand ku dewleta Tirk û çeteyan wê li ber çavên cîhanê êrîşî welatiyan dikin û anî ziman ku divê hesabê sûcên şer ji dewleta Tirk bê pirsîn.
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyand ku dewleta Tirk û çeteyan wê li ber çavên cîhanê êrîşî welatiyan dikin û anî ziman ku divê hesabê sûcên şer ji dewleta Tirk bê pirsîn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê bi beşdariya endamên desteyên Rêveberiya Xweser û partiyê siyasî li Kampa Serdem a li bajarokê Ehdasê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberiya Xweser êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên li ser kantonê şermezar kir.
Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê Şîlan Şêxo û Azad Reşo daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî derbasbûna zêdetirî 7 salan ji koçberkirina bi zorê ya xelkê Efrînê ber bi Şehbayê ve, dewleta Tirk û çeteyan wê li ber çavên cîhanê û welatên garantor êrîşî koçberan dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan ku tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike, dixwaze projeya Osmaniya nû ava bike.
Di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hat kirin ku li hemberî sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker dike û bêdeng nemînin, hesab ji dewleta Tirk bipirsin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku koçberên Efrînî heya vegera li Efrînê di berxwedanê de bi israr in.