ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Êrîşên dagirkeriyê li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li Eyn Îsayê bi sedan kes meşiyan. -
Ji 33 partiyên siyasî helwesta hevpar: Êrîş nikare îradeya me bişikîne
33 partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi helwesteke hevpar li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û diyar kirin ku bi êrîşan nikarin îradeya wan bişikînin. -
Meryem El-Îbrahîm: Êrîşên dewleta Tirk dibe sedem DAÎŞ xurt bibe
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Meryem El-Îbrahîm, destnîşan kir ku êrîşên deweleta Tirk a dagirker dibe sedem ku DAÎŞ bi taybetî li Kampa Holê bikevin tevgerê û got ku ev yek ji bo tevahiya mirovahiyê xeteriyeke mezin çêdike. -
Dewleta Tirk bombe li 80 navendan barand: Qadên sivîlan hatin hedefgirtin
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî bombe li 80 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê barand. Di êrîşan de piranî navendên xizmetê, çavkaniyên jiyanê, û qadên sivîlan hatin hedefgirtin. -
Dewleta Tirk êrîş kir, stasyona elektrîkê ji xizmetê derket
Daîreya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker stasyona elektrîkê ya ku elektrîkê dide tevahiya herêmê, bi temamî hilweşiyaye û ji xizmetê derket. -
Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bike
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser herêmê armanc dike ku DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bike û destnîşan kir ku piştî ku derbeyên giran xwar, berê xwe da sivîlan. -
Li Hesekê êrîşî girtîgeha ku çeteyên DAÎŞ’ê lê tên girtin, hate kirin
Li Hesekê di saetên siharê de bi topan êrîşî girtîgeha ku çeteyên DAÎŞ’ê lê tên girtin, hate kirin. -
Êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li xwendinê jî dike
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendina 890 hezar û 860 xwendekarî di metirsiyê de ye. -
Li Dêrikê tesîsa gazê hat bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker tesîsa gazê ya gundê Girzîro yê Dêrikê bombe kir. -
Bombekirina binesazî û navendên xizmetguzariyê sûcê şer in
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê di du rojên dawî de eşkere kir. Navendê diyar kir ku ev êrîş sûcên şer in. -
QSD: Îdiayên dewleta Tirk ne rast in
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker derewand û ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê de tu ziyan negihîştiye wan. -
Li Kantona Cizîrê bi hezaran kes daketin qadan
Li kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran hes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. -
Li dijî dagirkeriyê çalakî hatin lidarxistin
Li Reqa, Tebqa, Dêrazor, Kobanê, Minbic û Helebê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Ji ber êrîşên li ser Rojava 2 milyon mirov bêelektrîk man
Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber êrîşên sê rojên dawî yên dewleta Tirk a dagirker 2 milyon mirov bêelektrîk man. -
Xelkê Qamişloyê meşiya: Kes nikare vîna me bişikîne
Xelkê Qamişloyê erîşên dewleta Tirk a dagirker bi meşek girseyî şermezar kir û diyar kir ku ew ê li ser xeta şehîdan têkoşînê bilind bikin. -
Li Şehbayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan. -
Li Qamişloyê gelek mal û Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker ji serê sibehê û vir ve li Qamişloyê gelek mal, li Dêrikê jî bendeke kontrolê û gundek bombe kir. -
Li Rojava qadên jiyanê yên sivîlan tên bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker li Rojava bombebarana li ser qadên jiyanê yên sivîlan didomîne. Di nava 48 saetên dawî de herî kêm êrîşî 56 herêman hate kirin. -
Bêrîvan Xalid: Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di berxwedanê de bi israr in
Hevseroka Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Em ê bi jin û gelên azad re Şoreşa Rojava bi ser bixînin.” -
Li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava cîhan bêdeng e
Dewleta Tirk roja Yekşemê bombe li saziyên li Rojava barand ku xizmet didan bi milyonan mirovî. Ji ber êrîşên qirkirinê kantonên Kobanê û Cizîrê tarî bûn. Cîhan li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e. -
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker didome: 5 leşkerên Şamê hatin qetilkirin
Artêşa Tirk a dagirker ku saziyên xizmetê û tesîsên binesaziyê yên li Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Kobanê bi balafirên bêmirov bombebaran kir, 5 leşkerên ku girêdayî hikûmeta Şamê ne qetil kirin. -
Li Kobanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin
Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Firatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. -
Yek ji damezrînerên YPG’ê fermandar Xebat Dêrik hate bîranîn
Yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) fermandar Xebat Dêrik li bajarê Dêrik ê Kantona Cizîrê bi merasîmekê hate bîranîn. -
Êrîşên dagirkeriyê: Gelek saziyên xizmetê hatin hedefgirtin
Konseya Rêveber a Îdareya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê ragihand ku di êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker de gelek saziyên xizmetê hatin hedefgirtin. -
Dewleta Tirk qadên jiyanê û baregeha koalîsyona navneteweyî bombebaran kir - NÛ BÛ
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên sivîl û saziyên xizmetguzariyê li Rojava didomin. Her wiha bargeha koalîsyona navneteweyî ya li Kobanê jî hate topbarankirin.