ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji xeta Heleb û Efrîn-Şehbayê bi sedan koçber hatin Reqayê
Piştî êrîşên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji xeta Heleb û Efrîn-Şehbayê bi sedan koçber hatin navendên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine amadekirin. -
Êrişa çeteyan a li ser Minbicê hate şikandin: 10 çete hatin kuştin
Êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser Minbicê hate şikandin. Di encamê de 10 çete hatin kuştin. -
Li Helebê çeteyan bav û kur qetil kir
Li Helebê çeteyan êrîşî malbatek Kurd kir û Cemal Mursîl û kurê wî Hesen ê 24 salî qetil kirin. -
Dewleta Tirk 20 koçberên Efrînê revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 20 kesên ji Şehbayê vegeriyan Efrînê revandin. -
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana êrîşê têk bir
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a bicihkirina çekên giran li pêşiya barageha ya li gundê El Kreidiyê têk bir. -
MSD: Bila biryara bi hejmar 2254’an a NY’ê bê pêkanîn
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) destnîşan kir ku ew ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyeyê amade ne ku bi hemû aliyan re diyalogê bikin û banga pêkanîna biryara bi hejmar 2254’an a NY’ê kir. -
Koma yekem a Şehbayê gihîştin Tebqayê
Piştî daxuyaniya Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê, koma yekem a koçberên ku li Şehbayê hatibûn dorpêçkirin û piştî hewldanan derketibûn rê, gihîştin Kantona Tebqayê. -
Meclisa Gelan a Demokratîk bi awayekî awarte kom bû û biryaran girt
Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser geşedanên dawî bi awayekî awarte kom bû û biryaran girt. -
Li Rojava gel li dijî êrîşan daketin qadan
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê daketin qadan û peyama mezinkirina berxwedanê dan. -
Şehîdê QSD’ê li Reqayê hate oxirkirin
Şervanê QSD’ê Nasir Raşid El Felah di 30’yê Mijdarê de li Helebê şehîd bû, Felah li goristana gundê xwe Hikumiyê hate oxirkirin. -
Daxuyaniya YPJ'ê ya têkildarî dîlgirtiyan: Wê hesab bê pirsîn
YPJ'ê, derbarê muameleya hovane ya li dijî hêzên xweparastinê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve dîl hatin girtin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPJ’ê destnîşan kir ku berpirsyariya vê hovîtiyê dewleta Tirk e û got, "Em ê tolê hilînin." -
Ji Meclîsa Jinan bang: Divê gel li dora QSD'ê bicive
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê got, "Em şerê rêxistina terorê yê li dijî gelê Sûriyeyê şermezar dikin û ji vê yekê dewleta Tirk berpirsyar e." Meclîsê bang li gelê herêmê kir ku li dora QSD'ê bicive. -
‘Em berxwedanî û îradeya gelê Efrînê silav dikin’
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dan û berxwedana gelê Efrînê silav kirin. -
Êrîşa bi SÎHA: Kesek şehîd bû
Li ser rêya Qamişlo-Hesekê di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de ku li dijî wesayitekê kir, Ezîz Selahedîn Şêxo şehîd bû. -
'Em ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî teqez bi ser bikevin'
Malbatên şehîdan ên Kobanê, diyar kirin ku li hemberî her cûre êrîş ên li dijî gelê Helebê ew ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî bersiv bidin û gotin, “Gelê Kurd wê bi berxwedana xwe bi ser bikeve.” -
Meclîsa Gel a Efrîn-Şehbayê: Me biryar dan herêma dorpêçkirî vala bikin
Meclîsa Gelê Efrîn-Şehbayê ragihand ku wan biryar dane herêma ji aliyê çeteyan ve hatiye dorpêçkirin vala bikin û got, "Derketina me ji Şehbayê nayê wateya destberdana ji berxwedanê. Têkoşîn wê hîn bi xurtî dewam bike." -
Meclîsa Kongra Star: Em têkoşîna li dijî dagirkeriyê mezin bikin
Meclîsa Kongra Star têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşên qirkirni û dagirkeriyê bang kir. -
Fermandarê Giştî yê QSD’ê: Erka me ya sereke parastina gel e
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku berxwedana hêzên QSD’ê berdewam dike û got, “Erka me ya sereke parastina gel e.” -
Dewleta Tirk gundê Ereb Hesen topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Kantona Minbicê topbaran dikin. -
‘Divê hemû ciwan bi ruhê seferberiyê cihê xwe di eniyên şer de bigre’
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ragihandin ku ew ji bo parastina gel û axa xwe amade ne û bang li hemû ciwanan kir ku seferber bibin û tevlî hêzên parastina xwe bibin û şer bikin. -
Li Til Temirê tevgera balafirên şer
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser esîmanên bajarê Til Temirê digerin. -
QSD: Divê her kes bi erka xwe ya dîrokî rabe
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ev bang kir: “Banga me ji bo hemû ciwanên herêmê ew e ku cihê xwe di sengerên berxwedanê de bigirin û tevlî nava refên QSD, YPJ-YPG bibin.” -
Li Helebê 2 jê zarok, 4 kes birîndar bûn
Di êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Helebê de, 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê seferberiya giştî ragihand. -
Şehîd Egîd Efrîn li Helebê hate veşartin
Şervanê YPG'ê Egîd Efrîn ê ku 29'ê Mijdarê li Helebê şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin.