Li Helebê şer di roja sêyem de didome

Li bejahiya Helebê, şerê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û hêzên hikûmeta Şamê de, di roja sêyem de ye.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser bejahiya Helebê di roja sêyem de didomînin. Hêzên hikûmeta Şamê bersiva êrîşan dide. Di şer û êrîşan de, zêdeyî 129 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hatin kuştin, 89 leşkerên Şamê û 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê sewqiyata leşkerî li nêzî Xaçerêya Basil û Xaçerêya Mewt a li rojavayê Helebê, kirine. Hat diyarkirin ku hêzên Şamê ji çeperê Kastelo yê li Taxa Şêxmeqsûd a li rojava, bombe li çeteyên dewleta Tirk a dagirker barandine. Hat zanîn ku hêzên girêdayî hikûmeta Şamê, bi çekên giran û obusan li çeteyan xistine.

Hat destnîşankirin ku hêzên hikûmeta Şamê ji bo 32 gund û bajarokê 254 kîlometreyî bigirin û pêşveçûna çeteyan a ber bi eniya Xan Esel Mensura ve rawestînin, xwe ji operasyonê re amade dikin.

HIKÛMETA ŞAMÊ: ME GELEK GUND DÎSA STANDIN

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ragihandin ku gundê Mensura û hemû bejahiya li rojavayê Helebê, xistine bin kontrolê. Hêzên hikûmeta Şamê ev îdîa derewandin û eşkere kir ku wan gelek gundên li Îdlib û Helebê dîsa standine.

Hat zanîn ku şer li Mensura, Xan El Ese û Rojavayê Helebê dewam dike, hêzên Şamê kontrola gundê Cobas ê li rojhilatê Îdlibê bi dest xistine.

Li derdora bajarokê stratejîk Endan ê li ber rêya Kastelo, pevçûnên tund diqewimin û çete hewl didin bejahiya li bakurê Helebê û rêya ber bi bajêr ve diçe, bixin bin kontrolê.

JI RÛSYA Û ÎRANÊ DAXUYANÎ

Navenda Himemim a Rûsyayê ragihand ku hêzên Şamê bi alîkariya hêzên hewayî yên Rûs li Heleb û Îdlibê herî kêm 400 çete kuştine.

Ajansa Nûçeyan a Tasnim a Îranê jî ragihand ku şêwirmendê Muhafizên Îranê yê li Sûriyeyê Kiyomaris Purhaşimî duh li bajarê Helebê di êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de hate kuştin.

Tê gotin ku dîsa balafirên şer ên Rûs, navendên çeteyên “Hêzên Muşterek” ên artêşa Tirk a dagirker hedef girtine û di encamê de zêdeyî 20 çete hatine kuştin.

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, di roja sêyem a şer de taxên bajarê Helebê bombe dikin û li nêzî taxên Cedida û Hemdaniyeyê hin top ketine.

‘TIRKIYE SOR DIKE’

Li gorî nûçeya BBC Tirkî, li Rûsyayê hin qenalên Telegramê yên alîgirê Kremlînê Tirkiye sûcdar kirine ku serhildanê sor dike.

Li Îranê jî medyaya nêzî Muhafizên Şoreşê, nirxandin ku armanca êrîşan lewazkirina Hîzbûllahê ye.

ÇAPEMENIYA EREBÎ: TIRKIYE PEYAM DIDE

Rojnameyên Erebî şerê di navbera çeteyên girêdayî Enqereyê û hêzên hikûmeta Şamê de, girt rojeva xwe.

Rojnameya El Ereb a ku navenda wê li Londonê ye şîroveyeke welê kir ku Tirkiyeyê bi êrişa ji nişka ve ya çeteyan re peyamek da Esad ku bersiv neda bangê wê yê ji bo normalkirina têkiliyan a bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re.

Rojnameyê bal kişand ku çeteyên Enqereyê cesaretê ji mijûlbûna Rûsyayê ya bi şerê Ukraynayê re, digirin.