Bernameyên bîranînê yên ji bo Kaytan û Altûn hate eşkerekirin

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li dehan bajar û navçeyan çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.

Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.

Di encamnameya Kongreya 12'emîn a PKK'ê de hatibû ragihandin ku ji kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan (Fûat) 3'ê Tîrmeha 2018'an, Riza Altûn jî 25'ê Îlona 2019'an jiyana xwe ji dest dane.

Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê 17'ê Gulanê li Qada Seyîd Riza ya li Dersimê û 18'ê Gulanê li Qada Şêx Seîd a li Amedê merasîmên bîranînê yên navendî wê bêne lidarxistin.

Li gelek bajarên herêmên Ege, Marmara, Serhed û Amedê jî wê çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.

Dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ye:

14'ê Gulanê: İzmir, Milas/Muğla, Denizli, Balıkesir, Bursa, Riha, Dîlok, Semsûr, Colemêrg, Bedlîs, Qers, Agirî, Erzirom, Îdir 

15'ê Gulanê: Mûş, Meletî, Antalya, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Sêrt, Çewlîg, Elezîz, Turgutlu/Manisa, Bodrum/Muğla, İstanbul

16'ê Gulanê: Wan, Tekirdağ

17'ê Gulanê: Çanakkale, Dêrsim

18'ê Gulanê: Çerkezköy / Tekirdağ, Edirne, Sakarya, Amed