ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bi hezaran kes tevlî mîtînga ‘Meşa Rûmetê’ ya li dijî dagirkerî û xiyanetê bûn
Li Kantona Cizîrê bi tevlîbûna bi hezaran kesî, mîtînga ‘Meşa Rûmetê’ ya li dijî dagirkerî û xiyanetê li Qamişlo dewam dike. -
PYD: A PDK dike dikevin xizmeta dijmin
PYD'ê têkildarî girtina du endamên Komîteya Têkiliyan a partiyê û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Başûrê Kudistanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve got: "Ev nêzîkatî hêviyên gelê me pêk nayîne, lê dikeve xizmeta dijmin." -
Rêxistinên Civaka Sivîl ên Ewropayê: Li dijî dagirkeriyê em dengê xwe rakin
Saziyên Ewropayê bang kirin ku her kes li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk dengê xwe rake. -
Êzidiyên li Rojava xwe bi Rêberê Gelê Kurd bi rêxistin kir
Suleyman Cafer diyar kir ku bi teşwîq û piştgiriya Rêberê Gelê Kurd Ocalan wan li Efrîn û Helebê hîmê rêxistiniya Êzidiyan danîne û ji sala 1994'an û pê ve bi rengê komîteyê, niha jî weke Yekîtiya Êzidiyan xwe bi rêxistin kirine. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê sivîlek li Serêkaniyê qetil kir
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê sivîlê bi navê Ehmed El Xezel qetil kir. -
Saziyên Kobanê: Dewleta Tirk dixwaze di navbera Kurdan de şer çêbike
Saziyên Civakî yên Sivîl ên Kantona Kobanê bal kişandin ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û gotin: “Dewleta Tirk dixwaze di navbera Kurdan de şer çêbike.” -
Li Dêra Zorê û Hesekê serçeteyek û 7 DAÎŞ’î hatin girtin
QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAÎŞ’ê yên li Dêra Zor û Hesekê operasyon pêk anîn. Di operasyonan de herî kêm 7 çete û serçeteyekî DAÎŞ’ê hatin girtin. -
YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di Berxwedana Serdemê de li dem û cihên cuda şehîd bûbûn eşkere kir. -
Ji kuştinên Efrînê 21 bi belgeyan hatin piştrastkirin
Li gorî rapora ku ji aliyê Tora Çalakvanên Efrînê ve hatiye amadekirin, sûcên ku ji destpêka sala 2021`an ve û heta dawiya me Gulana borî hatine kirin û kesên ku sûc li dijî wan hatine kirin, bi nav û wêneyan hatine belgekirin. -
Li nêzîkî Serêkaniyê leşkerekî Rûs mir
Li herêma navbera Serêkaniyê û Zirganê leşkerekî Rûs mir. -
Cenazeyê Şervanê Erka Xweparastinê El-Ehmed li Minbicê veşartin
Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Reed Mislet El-Ehmed li Goristana Şehîdan bi merasîmekê veşartin. -
QSD’ê nûçeyên Wezareta Parastinê ya Tirk derewand
QSD’ê têkildarî nûçeyên Wezareta Parastinê ya Tirk a hêzên QSD’ê li Serêkaniyê û Babê çalakî kirine, peymek da û diyar kir ku ev agahî ne rastin û derew in. -
Dagirkeriya Tirk li Şehba bi meşekê hate protestokirin
Xelkê Şehbayê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûr û Mexmûrê bi meşekê protesto kirin, berxwedana gerîla jî silav kirin. -
Banga ji bo Efrînê 'zextê li Tirkiyê bikin'
Koordînasyona Partiyên Siyasî yên Efrînê ku ji bo Efrîna dagirkirî hatin cem hev, bang li civaka navnetewî kir ku li dijî sûcên ku dike zextê li ser Tirkiyê bikin. -
'Rejîma Baas dixwaze Kurdan bera ber hev bide'
Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Sûriyeya Demokratîk Emîne Osê bal kişand ser bûyerên li Minbîc û Şêxmeqsûdê got “Rejîma Baas dixwaze Kurd û Ereban bera ber hev bide.” -
YPG: Me hucreyeke DAÎŞ’ê hilweşand
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir wan hucreyeke DAÎŞ’ê hilweşandine ya ku MÎT’ê ew perwerde dikirin. -
Li gelek bajarên Herêma Cizîrê dewleta Tirk hate protestokirin
Êrîşa ku dewleta Tirk di 5’ê Hezîranê de li dijî Mexmûrê kiribû û êrîşên dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê tê kirin, li gelek bajarên Cizîrê hate protestokirin. -
HRE: 12 leşker û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) regihand ku di çalakiyên 1-3’yê Hezîranê de yên li Mera, Bab, Ezaz, Efrînê bi giştî 14 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlek bi êşkenceyê qetil kir
Kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk ên li qadên dagirkirî bê navber didomin. Li Efrînê welatiyê bi navê Mihemed Hisên Misto (49) li zîndanên çeteyên Feyleq El Şam a dewleta Tirk destekê dideyê, bi êşkenceyê qetil kir. -
Dewleta Tirk bombeyan li Şêrawayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê dibarîne. -
Xelkê Kobanê xwedî li berxwedana gerîla derket
Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan û bang li her kesî kirin ku xwedî li berxwedana gerîla derkevin. -
Ciwanên Kobanê û Helebê: Em bi gerîla re ne
Rêxistinên Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser kampa Mexmûrê û ya li ser gundên Şêrawa şermezar kirin û diyar kirin wê bi gerîla re bin. -
Du gundên Şerayê hatin bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker du gundên Şeraya Efrînê bomberdûman kir. -
PYD: Divê Iraq û Başûr berpirsyariya xwe bi cih bîne
PYD’ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Mexmûrê da û bang li rêveberiyên Iraq û Başûr kir ku bila berpirsyariya xwe bi cih bîne. -
Êzidiyên Helebê êrişên li ser qadên gerîla şermezar kirin
Endamên Mala Êzidiyan a Helebê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e.