'Rejîma Baas dixwaze Kurdan bera ber hev bide'

Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Sûriyeya Demokratîk Emîne Osê bal kişand ser bûyerên li Minbîc û Şêxmeqsûdê got “Rejîma Baas dixwaze Kurd û Ereban bera ber hev bide.”

Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Sûriyeya Demokratîk Emîne Osê bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bila li hemberî rejîma Baas, Rûsya û Tirkiyeyê baldar bin.

Osê ji ANF’ê re axivî û Minbîc û Şêxmeqsûd di serî de bal kişand ser hin provokasyonan.

Li Minbîcê gel li dijî hilbijartina serokatiya rejîma Baasê çalakiyek kiribû û ev çalakî veguherîbû şer, hinek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Rêveberiyên Xweser û saziyên wê ev wekî provokasyon diyar kiribû. Li ser vê meseleyê Osê got ku “Tu rewabûna hilbijartinên li Sûriyeyê tune. 10 milyon Sûriyeyî li derve ne. Hin herêm hatine dagirkirin. Di vê rewşê de hilbijartin şaş e. Ligel van tiştan rejîma Baasê ji bo ku 7 salan li ser desthilatdariyê bimîne, hilbijartinek kir. Ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî ev hilbijartin kirin. Rejîma Baasê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re dike hedef. Dixwaze gelê Kurd û Ereb bera ber hev bide. Ev tişt li Minbîcê derket holê. Armanca wan ev e ku heke ew dîsa bibin desthilatar wê krîzên li herêmê çareser bibe. Bêguman bêyî alîkariya Rûsyayê ev tişt nikare pêk were. Bi rêya hin hucreyên ku berê perwerde kiribûn, di salvegera azadbûna Minbîcê de ev provokasyon kirin. 

Tişta ku rejîma Baas û Rûsya dixwaze li vir bikin, ne ji bo gel in. Ew dixwazin îstîkrara gel xerab bikin û rewşê bikin wekî ya beriya şoreşê. Divê gelê me bi van tiştan nexape.”

Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Sûriyeya Demokratîk Emîne Osê li ser derfet û projeyên Rêveberiya Xweser diyar kir dibe ku kêmasiyên wan hebe û got “Derfetên di destê me de dibe ku têr nekiriye ku hemû pêdiviyên gelê me bi cih were. Heke em rewşa Rêveberiya Xweser û herêmên rejîmê bidin ber hev, di warê ewlehî, xizmet û aliyên jiyanî de em ji ya herêmên rejîmê baştir in. 

Em hê jî di nav şer de ne, hê jî li ser axa û ewlehiya me gef hene. Di warê ekonomîk û leşkerî de şerê li dijî me didome. Çi dema ku derfet dibînin ji bo dagirkirinê dixwazin axa me dagir bikin. Lê em Rêveberiya Xweser projeyên me hene û ji bo pêkhatina van projeyan em hewl didin. Her qad ji xwe re projeyeke xizmetê çêkiriye û ji bo pêkhatina van projeyan hewl dide.

Rêveberiya Xweser herî kêm trilyonek lîrayê Sûriyeyê lêçûn kiriye. Ji bo ku jiyana gel baştir be, projeyên nû ava dike. Divê gelê me bi van lîstikên rejîm û Rûsyayê nexapin. Li qadên di bin serweriya çete û komên terorê de gelên me dijîn. Bêguman wê daxwazên gelê me hebe.”

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENG IN

Osê diyar kir ku rejîma Baas û Rûsya dixwazin sûdê ji bêdengiya hêzên navneteweyî bistînin û got “Heke gelê me bihistyar tevnegere wê nikaribe ewlehiya xwe pêk bîne. Wê nikaribe xizmeta xwe bike û xwe bi rê ve bibe. 

Ev tişt ne bi tenê li Minbîcê heye. Dewleta Tirk bêdengiya hêzên navneteweyî ji xwe re wekî firsendekê dît û êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Ev êrîş hê jî didomin. 

Ji destpêka krîza li Sûriyeyê ji bo ku Kurd û Ereban bera ber hev bidin, rejîm û Tirk di serî de çete û saziyên girêdayî hêzên navneteweyî provokasyonan dikin. Çi dema ku firsendê dibînin vî tiştî tînin rojevê. Ji ber vê divê Kurd û Ereb di serî de, gelên herêmê bihistyar bin. Me heta niha bi yekîtî û hêza xwe, qadên xwe azad kir û îdareya xwe kir. Ji niha û şûnde jî em ê herêmên xwe li dijî van komployan biparêzin. Ev peywira hemû kesên li ser vê axê ye. Heke zarokên te, axa xwe neparêzin wê kî biparêzin? Tu ewlehî û îstîkrarê dixwaze, wê kî vî tiştî bike? Tu yê bikî. Me di tecrubeyên xwe de ev tişt dît. Di dema rejîmê de ev gel li hemberî DAÎŞ’ê bi tenê hate hiştin. Gel ew neparast. Ne Baas û ne jî Rûsya li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk tiştek nekirin. 

Em Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê û parçenebûna wê, me helwesta xwe diyar kir. Tu aliyan bi qasî me projeyên çareseriyê çênekirin. Me proje û planên stratejîk danîn ber xwe. Ji dêvila ku hin hêzên ji derve û pirsgirêkên me çareser bikin, em pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Rejîmê heta niha têkçûna xwe qebûl nekir. Bi milyonan kes li derve ne, herêm hatine dagirkirin, gelo ka rewabûna te li ku ma? Rejîma Baasê dixwaze van tiştan ji bîr bike, dixwaze Kurd û Ereban bera ber hev bide, li herêmên Rêveberiya Xweser ewlehiyê tasfiye bike. Bi vî tiştî re rejîm pêşiya êrîşên dagirker ên dewleta Tirk jî vedike. 

Me peywira pêdiviyên jiyanî, ekonomî, ewlehî û parastinê da ser milê xwe. Em ê bi hev re vê berpirsyariyê bi cih bînin. Em bang li gelê xwe dikin, 15 hezar kesan xwe feda kirin, divê xwedî li keda zarokên xwe derkevin.”

REJÎM ŞANTAJÊ DIKE

Du roj piştî bûyerên li Minbîcê hin alîgirên eşîra Bagera li Şêxmeqsûdê hin bûyer kirin. Di sala 2013 û 2014’an de jî bi vê eşîrê re hin problem çêbûbûn. Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Sûriyeya Demokratîk Emîne Osê derbarê van bûyeran got  “Cihekî taybet ê Şehba û Şêxmeqsûdê heye. Rejîm van deran wekî birîna me dibîne û li hemberî me bi kar tîne. Rejîm ji dêvila ku bibêje bajarekî Sûriyeyê hate dagirkirin û axa wê hate desteserkirin, van deran li hemberî me wekî şantajê bi kar tîne. 

Rejîm û Rûsya li Minbîcê bi ser neketin. Ew aciz bûn ku ev bûyer wisa sekinî. Wan dixwest ev bûyer li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bibe. Di dema bûyeran re peyam ji me re şandin, gotin em ê balefiran rakin. Lê dema ku krîza wan dixwest pêk nehat, berê xwe dan Şêxmeqsûdê. Rejîmê xwest wekî sala 2013-2014’an bûyerên bi eşîra Begera re dîsa nû bikin. Li gorî wê ev der bêtir nêzikî wê ne, bi hêsanî dikare fesadiyê lê bike. 

Ez vî tiştî eşkere bibêjim, hemû endamên eşîra Begera ne alîgirên rejîmê ne. Çend kes hene û van kesan xwestin gelan bera ber hev bidin. Vî tiştî jî li ser navê eşîra Begera dikin. Divê eşîra Begera û gelê me li hemberî van tiştan bihistyar bin. Gel û rêveberiya Şêxmeqsûdê xwedî înîsîyatîf in. Wekî Minbîcê ew ê jî vê problemê çareser bikin.”