Rêxistinên Civaka Sivîl ên Ewropayê: Li dijî dagirkeriyê em dengê xwe rakin

Saziyên Ewropayê bang kirin ku her kes li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk dengê xwe rake.

Komele, platform û însîyatîvên li Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin ku her kes dengê xwe rake.

Di daxuyaniyê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê, Mexmurê û  rûdana 5'ê Hezîranê ya li Metîna ku wesayiteke yekîneyên taybet ên bi ser PDK'ê ve teqiyabû û 5 jê miribûn hate bibîrxistin û hate gotin, ''Yekîneyên taybet ku şandibûn Metînayê bi çi armancê dibe bila bibe, şandina wan a bêyî diyaloga bi gerîla re û bêyî ku haya wan jê hebe hem şaş e û hem taloke ye. Wiha tê fêhmkirin, dewleta Tirk ev hewldana şaş organîze kiriye û hem jî êrîş aniye ser.

Li gorî agahiyên dawî ku ji herêmê hatine wesayita yekîneya ku derb lêketî, balafirên Tirk an jî SÎHA'yên Tirk lê dane.

Dewleta Tirk ji nakokiyên nav Kurd, ji cihêbûna wan, weke duh îro jî dixwaze sûd werbigire.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Gelê me û dostên me li dijî vî şerê gemarî yê dewleat Tirk û dagirkeriya wê divê dengêxwe rakin. Bi şerê navxweyî yê Kurdan di şexsê Kurdan de konsepta îmhayê li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Heke ev konsept bi ser bikeve û Kurd têk biçin, hemû mirovahî wê têk biçe.''

Saziyan her wiha gotin ,''Em rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanî ku îmzeya wan li jêr e, em banga yekîtiya netewî li hemû avaniyên Kurdistanî û hêzên Kurdistanî dikin. Em bi bîr dixin heke em li dijî dagirkerî û faşîzmê bibin yek em ê bi ser bikein, divê mirov neyê lîstika dagirkeran.''

Di daxuyaniyê de her wiha bang li akademîsyenên, entelektuel, nûçegihan, nivîskar, karsaz, hunermend, siyasetmedar, wêjekarên Kurd hate kirin ku hewlesta hewce nîşan bidin, li dijî dagirkeriyê û qirkirinê rawestin bi hev re têbikoşin.

Saziyên ku daxuyaniya hevpar dane:

Yerel Dernekler Platformu (Platforma Komaleyên Xwecih)
DİK (Kongreyaa Avakirina Dersimê)
FEDA (Federasyona Elewî ya Demokratîk)
MARDEF (Federasyona Komeleyên Demokratîk a Meraşê) 
PKAN (Platforma Kurdên Anatoliya Navîn)
DSKD (Komeleya Dijî Qikirinê ya Dersimê)
AKKM (Navenda Çandî ya Koçgirî ya Ewropayê)
AHD (Komeleya Xinisê ya Elmanyayê )
MKİ (Insîyatîva Kurecîkê ya Meletî)
İGX (İnisiyatife Gelê Xınuse)."