YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir

YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di Berxwedana Serdemê de li dem û cihên cuda şehîd bûbûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe yên di navbera 1-26’ê Adara 2018’an di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

YPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Gelê me ji bo jiyaneke azad û demokratîk têkoşîneke bêhempa derxist holê. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, têkoşîna ku li hember hêzên paşverû û dagirker yên ku dijminê mirovahiyê ne, hat meşandin ji bo hemû gelên cihanê bû mînakek bêhempa. Şoreşa Rojava paşverûtiyê DAÎŞ’ê hilweşand, nirxên mirovahiyê parast û nirxên demokratîk diyariyê hemû cîhanê kir. Dewleta Tirk a dagirker her tim li dijî ev nirxên demokratîk derket û li dijî şoreşa  Rojava  êrîşên topyekûn meşand. Yek ji van êrîşan di sala 2018’an de li ber çavê hemû cîhanê li Efrînê çêbû.

Lehengên ku hovitiya DAÎŞ’ê hilweşandin, vê car jî li Efrînê li hember dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanên bêhempa nîşan dan. Di vê têkoşînê de qehremantiyên pir mezin û dîrokî derketin hole û bi hezaran keç û xortên vê welatê ji bo parastina nirxên mirovahiyê xwe feda kirin. Ji bo heremek azad û demokratîk bi sedan rêhevalên me yên leheng di vê berxwedaniyê de bi awayek fedaiyane şer kirin û tev li karwana şehîdan bûn.

Em nasnameyên 3 rêhevalên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê de gihiştin şehadetê bi gelê xwe re parve dikin. Ji ber lêkolînê parvekirina şehadeta wan hevalan dereng ma. Em ji bo vê derengmayinê bi taybetî ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe lêborînê dixwazin.

Em di şexsê rêhevalên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya şervanên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serbest Sêrt

Nav û Paşnav: Murat Dînçer

Navê Dayik:  Menîfe

Navê Bav: Mahfuz

Cih û Dîroka Şehadetê:  Efrîn – Reco | 26 Adar 2018

***

Nasnav:  Şahan Arzek

Nav û Paşnav: Suat Çerî

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Yusuf

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | 01 Adar 2018

***

Nasnav: Tekoşer Spêrtî

Nav û Paşnav: Mazlum Arsu

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Murat

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | 01 Adar 2018