Xelkê Kobanê xwedî li berxwedana gerîla derket

Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan û bang li her kesî kirin ku xwedî li berxwedana gerîla derkevin.

Şêniyên Kobanê ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin, ji qada Jin a Azad heta qada Şehîd Egîd meşiyan. Di çalakiyê de pankartê bi nivîsa "Komplo wê têk biçe, îradeya azad wê bi ser bikeve" û "Na ji komkujî û komployan re" hatin hildan.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Raperîn Kobanê li qada çalakiyê axivî û got, "Êrişeke emperyalîst a navneteweyî tê kirin. Lê belê bi berxwedana gerîla êrişên dewleta Tirk hatin pûçkirin. Dewleta Tirk li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve. Lê belê dixwaze PDK'ê bi kar bîne. PDK jî nikare desthilatdariya Erdogan rizgar bike. Divê ev yek bê zanîn. Gelê Kurd wê hesabê vê yekê bipirse."

Raperîn bang li her kesî kir ku bala xwe li ser êrişan be û got, "Îsal wê bibe sala têkçûna dijmin û bidawîbûna xiyanetê. Divê em piştgiriyê bidin berxwedana gerîla."

Meş bi dirûşman bi dawî bû.