Banga ji bo Efrînê 'zextê li Tirkiyê bikin'

Koordînasyona Partiyên Siyasî yên Efrînê ku ji bo Efrîna dagirkirî hatin cem hev, bang li civaka navnetewî kir ku li dijî sûcên ku dike zextê li ser Tirkiyê bikin.

Bi dehan endam û rêveberên partiyên siyasî yên kantona Efrînê li navçeya Ehdas kom bûn û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî pêk tîne, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Di dema ku hemû çav ber bi çareseriya siyasî û diyaloga di navbera gelê Sûriyê de diçin, em dibînin ku hikumeta dewleta Tirk a dagirker û dewletên ku destekê didin wê weke Qeter û Kiwutê guhertinên demografîk ên berfireh pêk tînin û xak û mal û milkên şêniyên Efrînê desteser dikin. Her wiha baregeh û mizgeftn li gundên êzidiyan ava dikin, revandin, êşkencekirin, sûcên cûda li dijî şêniyên resen ên Efrînê, nexasim li dijî jinan bi tewanên derew pêk tîne. Bi vê yekê pîvan û qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan û rêzdariya ji dewletên derdore, binpê dike."

Di daxuyaniya partiyên siyasî de hikumeta Şamê hate tewanbarkirin ku ew tev li sûcên dewleta Tirk di guhertina demografiya herêmê de dibe û wan sûcan erê dike û armanca wê ji vê yekê ku rewşê tevlîhev bike.

Koordînasyona partiyên siyasî di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî, hiqûqî û desteya NY`yê kir ku tedbîrên bi lez bigre da ku projeyên armanca wan parçekirina Sûriyê ye bisekinîne û hemû aliyan neçar bike da ku dest bi biryara navneteweyî ya 2254`an bike.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşakirin ku ew ê di yek rêzê de li hember dewleta Tirk di projeya wê ya dagirkirin û parçekirinê de bisekinin û dê parastina yekitî û aşitiya xak û gelê Sûriyê bike, her wiha Efrînê û hemû hermên dagirkirî rizgar bike.