BI DÎMEN

Mahmût Şakar: Elmanya laboratûwara Ewropayê ye

Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar anî ziman ku qedexeya li ser PKK'ê ya Elmanyayê li dijî civaka Kurd e û got, "Elmanya laboratûwara krîmînalîzasyonê ya Ewropayê ye."

QEDEXEYA LI SER PKK'Ê YA LI ELMANYAYÊ

Hiqûqnasê mafên mirovan û Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar li ser qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê ji ANF'ê re axivî.

Mahmût Şakar anî ziman ku Elmanya li ser stratejiya siyasî qedexeyê dimeşîne, lewma têkoşîna li hemberî wê jî bi rengekî xwezayî siyasî ye. 

Mahmût Çakar bal kişand ser rewşa xweser a Elmanyayê ya di vê mijarê de û got, "Tiştên li Elmanyayê têne hînbûn mîna laboratûwarekê dikare bê dîtin. Elmanya laboratûwara krîmînalîzasyonê ya Ewropayê ye. Ji bo Elmanya mirov dikare bibêje ku laboratûwara siyaseta krîmînalîzasyonê ye. Sedemên bingehîn ên vê yekê hene;

* Kûrahiya têkiliyên Tirkiye-Elmanyayê yên dîrokî weke sedema polîtîk a bingehîn dikare bê destnîşankirin.

Di heman demê de ji aliyê hejmar û rêxistiniya civaka Kurd ve welatê herî li pêş e.

Ji aliyê van herdu nuqteyan ve siyaseta krîmînalîzasyonê ya li Elmanyayê xwedî karakterekî laboratûwarê ye."

ŞAŞITIYA ESASÎ PÊNASEKIRINA 'QEDEXEYA PKK'Ê YE'

Mahmût Şakar ragihand ku şaşitiya esasî pênasekirina qedexeya PKK'ê ye û got, "Demeke dirêj hewl didim ku pênaseya 'Qedexeya PKK'ê bi kar nînim. Ev yek di zimanê fermî de bi vî rengî ye. Dema ku pêwîstiyê pê dibînim zimanê fermî bi kar bînim, balê dikişînim ser qedexeya karên PKK'ê ku sala 1993'an ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve PKK hate qedexekirin. Em vê gotinê, vê pênaseyê li gorî zimanê wan bi kar tînin, lê belê ji aliyê civaka Kurd ve vê meseleyê weke 'qedexeya PKK'ê nabînim. Weke qedexeya herî bingehîn a demokrasî, mafê demokratîk û azadiyan a civaka Kurd dibînim. Weke êrîşek li ser daxwazên azadiyê û nasnameyê yên civaka Kurd, êrîşeke siyasî ya ji bo astengkirina raya giştî dibînim. Ji vî alî ve li stratejiya Tirkiyeyê tê.

PARÇEYEK JI STRATEJIYA ŞERÊ KONTRGERÎLLA YE

Dema ku tînim bîra xwe ku vê qedexeyê sala 1993'an bi pêvajoya li Kurdistanê re destpê kir, hingî digihêjim wî fikrî ku ev yek parçeyek ji stratejiya şerê kontrgerîlla yê li dijî gelê Kurd e, lingê wê yê navneteweyî ye. Bala xwe bidin ser dema ragihandina qedexeyê. Li Kurdistanê rojname ji holê dihatin rakirin, li Stenbolê rojname dihate bombekirin, rojnamevan li qadan dihatin kuştin; li vê derê jî bi qedexeyê re piştî biryara Wezareta Karên Hundir li vê derê rojname hate girtin, ajansa nûçeyan hate girtin, komeleyên civaka Kurd ên ku şerê li Kurdistanê digihand raya giştî ya Elmanya û Ewropayê dihatin girtin. Hate xwestin, dengê civaka Kurd li vê derê bê bêdengkirin ku dewleta Tirk karibe li wê derê şerê kontrgerîlla dewam bike. Gava ku mirov li terorîzekirina meseleyê û asta yekîtiya çalakiyê dinihêrin, dibînin ku qedexeya sala 1993'an lingê navneteweyî yê stratejiya şerê kontrgerîlla ye. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê armanca şerê kontrgerîlla li dijî gelê Kurd be, armanca bingehîn a krîmînalîzasyonê jî civaka Kurd a li Ewropayê, saziyên wê bû. Bi dîtina min divê mirov vê yekê weke stratejiyeke hevpar a navneteweyî bibîne."

'JI BILÎ KURDISTANÊ ÊRÎŞÊN HERÎ ZÊDE LI ELMANYAYÊ HATIN KIRIN'

Mahmût Şakar diyar kir ku ji bilî Kurdistanê cihê herî girîng ku Kurd lê ne Elmanya ye, ku êrîşa herî mezin jî lê hate kirin û got, "Yanî ji bilî tundiya welatên kolonyal, li dîasporayê jî zextên giran ên li dîasporayê li vê derê hatin kirin. Em li gelek çîrokên dramatîk rast hatin ku gelek mirov li gel ku 20-30 sal in li Elmanyayê dimînin mafekî xwe yê cidî yê rûniştinê nîne, nikare biçe cihekî, her wiha ev yek bandorê li jiyana zarokên wan jî dike. Dema ku em lê guhdar dikin bêhna me jî teng dibe. Li vê derê binpêkirinên mezin ên mafên mirovan hatin kirin."

BERXWEDANA LI DIJÎ QEDEXEYÊ

Mahmût Şakar destnîşan kir ku aliyê din ê çîrokê jî helwesta li hemberî vê yekê ye û got, "Li gel van hemûyan jî kapasîteya demokratîk a civaka Kurd, kapasîteya xwe ya rêxistinî ya çalakiyan roj bi roj zêde bû. Bi qasî zextê, berxwedan û hebûna demokratîk heye. Li gel zext û êrîşan li Elmanyayê bi deh hezaran kes di nasname û baweriya xwe de israr kirin. Civaka Kurd nakeve bin bandora gotinên fermî yên dewletê. Civaka Kurd wateyê dide bûyerên bi ser de tên, fêhm dikin. Çawa ku civaka Kurd a li welêt, kesayetên Kurd pratîka tundiyê ya sîstema kolonyal dinirxînin, Kurdên li Elmanyayê jî zanin ku hewldana bûyîna Kurdekî azad berdêla xwe heye. Kurdên li vê derê di heman demê de zanin ku ji bo Kurdên li Kurdistanê jî li ber xwe didin."

Mahmût Şakar destnîşan kir ku derxistina PKK'ê ji lîsteya Yekîtiya Ewropayê ya terorê û rakirina qedexeyê bi rewşa siyasî ve girêdayî ye û got, "Ji aliyê hiqûqî ve serlêdanên me hene. Di vir de nuqteya girîng ev e; ji encamê wêdetir em pêvajoyê girîng dibînin. Em vê lîsteyê qebûl nakin, red dikin. Em gotina terorîzmê qebûl nakin. Ev mesele polîtîk e, dîrokî ye, siyasî ye."