Saziyên Kobanê: Dewleta Tirk dixwaze di navbera Kurdan de şer çêbike

Saziyên Civakî yên Sivîl ên Kantona Kobanê bal kişandin ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û gotin: “Dewleta Tirk dixwaze di navbera Kurdan de şer çêbike.”

Saziyên Civakî yên Sivîl ên Kantona Kobanê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û li ser Mexmûrê protesto kirin.

Di daxuyaniya çalakiyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Em topbarana hêzên dewleta Tirk a li ser herêmên sivîl û kampa koçberan a Mexmûrê şermezar dikin. Topbaran binpêkirina serweriya Iraqê ye û li dijî hemû qanûn û pîvanên navneteweyî ye.

Dewleta Tirk wargeha Mexmûrê ku sivîl tê de dijîn, topbaran kir, her wiha balafirên şer jî bi awayekî hovane herêma Metîna roja şemiyê bombebaran kir û di encama wê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze şer di navbera gelê Kurd de derxe.

Em bang li tevahî gelê herêmê Başûrê Kurdistanê û hikumeta wê dikin ku li pey provokasyonan neçin û li hember plan û komployên ku ji aliyê dijminên azadiyê ve têne kirin û dixwazin provokasyonan di navbera Kurdan de derxin, hişyar bin. Armanca wan ew e ku maf, destkeftî û rûmeta gelê Kurd binpê bikin û şerê navxweyî di navbera Kurdan de derxin. Ev yek ji armancên sereke yê dewleta Tirk e.

Em pişterast dikin ku destekdayîna ji hêzên demokratîk re têrê dike ku faşîst û hemû komplo û planên wan têk biçin. Ev kirin û sûc, gelek caran ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine dubarekirin. Baregehên wan di hundirê xaka Iraqê de bêyî tu hincetên qanûnî hene.

Berdewama binpêkirin, tecawizkirin û kiryarên dewleta Tirk binpêkirineke ber bi çav ji serweriya Iraqê û qanûnên navneteweyî re. Divê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê li hember binpêkirinên dewleta Tirk li ser herêmên sivîlan û kampên koçberan ji bêdengiya xwe derkeve û li ser topbarana dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, bersiva wê bide.

Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku bêdeng nemîne. Divê erka xwe ya nîştimanî, mirovî, exlaqî û parastina ewlehî û sînorê xwe pêk bîne. Divê giliyê dewleta Tirk li gel Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.”