PYD: Divê Iraq û Başûr berpirsyariya xwe bi cih bîne
PYD’ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Mexmûrê da û bang li rêveberiyên Iraq û Başûr kir ku bila berpirsyariya xwe bi cih bîne.
PYD’ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Mexmûrê da û bang li rêveberiyên Iraq û Başûr kir ku bila berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de daxuyaniyek da raya giştî.
PYD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Em êrişa hovane ya dewleta Tirk a li dijî kampa Mexmûrê şermezar dikin. Ev êriş li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye. Dewleta Tirk rasterast kampa tijî sivîl topbaran kir. Balafirên wê jî çiyayê Kurêjaro yê li nêzî Şêladizê ya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kir.
Hemwextî bombebarana balafiran şeva şemiyê balafirên dewleta Tirk a dagirker girê Çarçela û derdora wê yê herêma Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di wan êrişan de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxe. Lewra divê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi komployên dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin û rê li pêşiya hewldanên wê bigire.
Ev êriş li ser gelemperiya erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurdistanê bi giştî xetere ye. Ruxmî wê jî hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî wê bêdeng e. Ew jî gumanan çêdike. Ev helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê wê bi xwe re wêraniyê bîne ser gelê Kurdistanê. Siyaseta xwe dayne aliyekî, li hemberî xetereyên van êrişan li ser gelê me û destkeftiyên wan tu sûda wê tune ye. Her çiqas Kurdistan parçe bûbe jî, lê çarenûsa gelê Kurdistanê, pêşeroja wî û hemû wî yek e.
Em Meclîsa Giştî ya PYD’ê em hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang li gelê Kurdistanê dikin ku li hemberî wan êrişên hovane li ber xwe bidin. Her wiha em bang li dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî wan êrişan bisekinin û berpirsyariyên xwe yên exlaqî, mirovî û rewa bînin cih. Helwesteke diyar li hember sûcên dewleta Tirk nîşan bidin û sînorên xwe biparêzin.”