Cenazeyê Şervanê Erka Xweparastinê El-Ehmed li Minbicê veşartin

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Reed Mislet El-Ehmed li Goristana Şehîdan bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Reed Mislet El-Ehmed ê ku li ser erka xwe şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Firatê wergirt û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a rojavayê bajarê Minbicê ve çûn.

Li goristanê, bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê merasîm destpê kir.

Ji rêveberên Nivîsgeha Erka Xweparastina Ehmed Xetaf sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Di serî de em sersaxiyê ji xwe re û ji malbata şehîd re dixwazin, şehîdên me meşle ne, di oxira parastina welatê xwe de berdêlên mezin dane. Em ê şopdarên xeta wan bin."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesna El-Zahir jî axivî û got: "Ev şervanên şehîd li hemberî komplogeran bûne mertal, xwîn û giyanê xwe dan da ku rêya me ronî bikin, cenazeyê wê wê bibin alên azadiyê."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kefaa El-Elî nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Hevrêyên şehîd cenazeyê şehîd El-Ehmed hilgirtin û bi tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd namirin" veşartin.