Suleyman Cafer, di destpêka salên 1980'î de bêyî ku zanibe kî ye bi fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz re têkiliyê datîne. Sala 1988'an li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dest bi karê eniyê dike. Di destpêka sala 1990'î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Ev jî bû sedem ku ji nû ve û hîn bi xurt xwe li Êzidiyatiya xwe bigire. Jê re dibêje, "Hûn Êzidî xezîneya Kurdan e. Eger Êzidî tune bibin wê çand û zimanê Kurd jî tune bibe. Biçe ji bo Êzidiyatiyê bixebite. Ji bo piştgiriya bi we re çi pêwîst be ez amade me bi şev û roj bixebitim." Suleyman Cafer jî van gotinên Ocalan weke mizgîniyekê digihîne Êzidiyên li Efrîn û Helebê.
Suleyman Cafer ji ANF'ê re qala diyaloga xwe ya bi Mahsûm Korkmaz û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. Cafer diyar kir ku weke mirovekî Êzidî bi Abdullah Ocalan re wî rastiya civakîbûnê nas kiriye. Suleyman Cafer anî ziman, weke Êzidiyekî ku zext û zordarî lê hatiye kirin, 30 sal in Êzidiyatî û Kurdîtiyê lêkolîn dike û diyar kir, beriya ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Ocalan nas bike, partiyên din ên Kurd nas kir. Suleyman Cafer ragihand ku sala 1969'an partiyên Kurdan nas kir, weke welatparêzekî xwest bi rêya wan welatê xwe nas bike û got, "Mixabin van partiyan êrişî hev dikirin. Mînak, weke Êzidiyekî min dixwest ola xwe nas bikim, piştgiriyê werbigirim û Êzidiyatiya xwe nîşan bidim, lê belê van partiyan di dema kar de digotin 'hûn birayên me ne' lê dema kar diqediya jî berê xwe dizîvirîn."
MIN CIWANEK NAS KIR KU KÊFA MIN GELEKÎ JI AXAFTINA WÎ RE HAT
Suleyman Cafer diyar kir ku sala 1982'an li ser sînorê Sûriye-Lubnanê fermandarê efsanewî yê Pêngava 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz nas kir û lê guhdarî kir. Suleyman Cafer bi vî rengî qala bîranînên xwe yên bi Mahsûm Korkmaz re kir, "Sala 1982'an min ji dewleta Sûriyeyê re leşkeriya ji neçarî dikir. Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê konê Fîlîstîniyan hebû. Leşkerekî ji min re got, 'Konek heye. 6-7 kes lê ne û Kurd in. Lê em nizanin bê kî ne'. Konekî li gel konê Fîlîstîniyan bû. Wê demê ne al, ne jî tiştekî cuda hebû. Em çûn serdana wan. 4 saet û 10 deqeyan em li gel wan rûniştin. Xortek bi me re axivî. Ne got bê kî ye, nepirsî bê em jî kî ye. Got, 'Ez çepgir im, Kurd im, welatparêz im'. Kêfa min gelekî ji axaftina vî ciwanî re hat. Qala gelê Kurd kir. Qalê kir bê Kurdistan çawa hatiye dagirkirin û talankirin. Diyar kir ku çawa dikarin gelê Kurd û Kurdistanê ji nava vê tarîtiyê û dagirkeriyê rizgar bikin. Qala avakirina Kurdistana azad dikir. Kêfa me gelekî ji gotinên wî re dihat. Hevdîtina me ya destpêkê Kanûna 1982'an bû. Em ji wir çûn û min jê re got, 'Eger derfet hebe em dixwazin careke din bêne serdanê. Wî jî got, 'Deriyê konê me li we vekiriye, fermo bên'.
EW XORT MAHSÛM KORKMAZ BÛ
Çileya 1983'an em careke din çûne serdanê. Vê carê jî 3 saetan man. Rewşa me, rewşa Kurdên li Efrînê, partiyên li Efrînê û daxwazên me pirsîn. Wê demê min jî got, 'Em Kurdên Efrînî bi tena serê xwe nikarin tiştekî bikin. Hem hejmara me kêm e, hem jî çek û derfetên me tune ne. Rêberekî me nîne ku pêşengiyê ji me re bike û şoreşê pêk bîne. Eger hûn Kurdên Bakurî tiştekî bikin, em ê bi we re bibin alîkar'. Wê wextê keniya û got, 'Temam, hûn jî dikarin her karî bikin. Bêguman em ê alîkariyê bidin hev'. Me bi hev re wêne kişand. Negot bê kî ye, lê belê 5 hevalan guhdarî kiri û tenê ew diaxivî. Me careke din hev nedît. Sala 1986'an bû. Hevalê ku sala 1982'an konê ku ew lê diman nîşanî min dabû hate gel min û got, 'Tu zane çi bû? Tu zane ew ciwanê ku wê demê em pê re axivîn kî bû?' Min jî got, 'Na, nizanim'. Got, 'Wêneyê wî eşkere bû, Mahsûm Korkmaz e. Fermandarê hêzên Kurd e'. Wê demê min baweriya xwe pê anî ku ew tiştên dibêjin bi cih tînin. Partiyên din gelekî digotin, lê belê tiştek nedikirin. Wî digot, 'Em amade ne ji bo gelê xwe canê xwe feda bikin, xwîna xwe birijînin'. Sala 1986'an gotina xwe bi cih anî û şehîd bû.
PKK'Î TIŞTÊN DIBÊJIN DIKIN
Yekane milîtanê PKK'ê yê ku Suleyman Cafer salên 1980'î nas kir, ne tenê Mahsûm Korkmaz bû. Ji sala 1985'an û pê ve milîtanên PKK'ê nas kir ên ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve li Efrîn û Helebê hatin wezîfedarkirin. Ew jî qala Abdullah Ocalan dikin. Suleyman Cafer anî ziman, hemû milîtanên PKK'ê yên wê demê nas kirin, piştî ku demekê karên li nava gel kirin derbasî çiyayên Kurdistanê bûn û piştî demekê şehîd bûn. Suleyman Cafer sala 1988'an li Helebê tevlî karê eniyê yê Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe. Suleyman Cafer diyar kir, milîtanê PKK'ê yê ku ew tevlî vî karî kir jî li çiyayên Kurdistanê şehîd bû û got, "Hemûyan ji me re qala Rêber Ocalan û Kurdistanê dikir. Qalê dikir ku Kurdistanê çawa hatiye dagirkirin û bi têkoşîneke çawa dikare bê azadkirin. Min jî gelekî ji Rêber Apo hez dikir, meraq dikir û gelekî bi PKK'ê bawer kir. PKK'iyan tiştên digotin, dikirin. Ji bo Kurdistanê canê xwe feda dikirin."
DÎTINA OCALAN
Suleyman cafer ku sala 1990'î yekemcar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, wiha qala wê hevdîtinê kir, "Hevalekî bi navê Ferhan hat û diyar kir ku wê civîn pêk were. Me nizanîbû ku civîn wê li ku û bi beşdariya kê pêk were. Em ji cihekî girtin. Piştî ku li 3-4 deveran gerandin birin maleke li Helebê. Jin û mêr em 145 kes bûn. Em ji hev dipirsî bê çi bûye, lê kesî bi tiştekî nizanî bû. 3'ê Kanûna 1990'î saet 01:00 bû. Yek ji hevalên li gel Rêbertî ku me bi navê Mehmûd ê Reş bang lê dikir, kete hundir û got, 'Serok hat'. Em matmayî man, ne li benda tiştekî wiha bûn. Dîtina Rêbertî ji bo me xeyal bû. Rêbertî kete hundir û derî girt. Li wir maseyeke biçûk hebû. Li ber maseyê rûnişt. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, dest bi axaftinê kir. 3-4 saetan axivî. Qala welatparêziyê kir, qalê kir ku em çawa hatine dagirkirin û yekîtiya me divê çawa be. Got, 'Eger em nebin yek Kurdistan azad nabe'. Nîşan da ku em çawa dikarin Kurdistanê ava bikin. Diyar kir ku divê em bi gelên li herêmê re bibin yek, dijminatiyê li hev nekin û ji hev hez bikin, bi hev re tevbigerin. Li ser vê mijarê û mijarên mîna wê axivî. Bi rastî jî kêfa me gelekî ji gotinên wî re hat. Piştî ku axaftina wî qediya got, 'Werin em wêne bikişînin, xatir bixwazin û zû biçin'. Bal kişand ser rejîmê û got, 'Ev jî dijminê me ne, lê belê dijminên me qonax bi qonax e. Li Sûriyeyê ne ku qîmetê me zanin, lê belê di navbera me de têkiliyeke berjewendiyan heye'. Bi dorê bi me hemûyan re wêne kişand û yek bi yek xatir xwest."
DEMA KU RÊBERTÎ LI MIN PIRSIYA, EZ MATMAYÎ MAM
Suleyman Cafer sala 1990'î piştî civîna destpêkê, li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pê re hevdîtineke taybet kir. Suleyman Cafer li ser vê hevdîtinê jî wiha axivî: "Rêbertî dema ku yek bi yek xatir ji her kesî xwest, dor hate min û got, 'Heval Zerdeşt tu ye?' Piştî ku min pejirand, xwest ku rûnêm. Ez gelekî matmayî mam. Wê demê min karê eniyê dikir û hevalan bi navê Zerdeşt bang li min dikir. Me qet hevdu nedîtibû û ez nas nedikir. Di nava ewqas mirovî de çawa ez nas kir û pirsî. Ne li benda tiştekî wiha bûm. Piştre fikirîm, dibe ku min di kar de kêmasiyek kiribe, lewma hevalan ji Rêbertî re qala min kirine. Min ji xwe re digot, 'Rêbertî wê hesab ji min bipirse'. Rêbertî piştî ku her kes yek bi yek bi rê kir, êdî bi min re axivî. Ev yek yek ji rojên herî girîng ên jiyana min bû."
RÊBEREKÎ KURD QALA ÊZIDIYAN KIR
Suleyman Cafer diyar kir ku yekemcar lîderê partiyekê li Êzidiyan pirsî û qala Êzidiyan kir û got, "Rêber Apo rastiya civaka min bi min da naskirin'. Suleyman Cafer qala diyaloga xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir: "Tişta destpêkê ji min re got, got 'Biçe ji me dûr bikeve'. Min jî got, 'Ez çawa dikarim ji we dûr bikevim?' Wî jî got, 'Biçe Êzidiyan bi pêş bixîne'. Min jî got, 'Serokê min, min ji fikrên we hez kir, ez çawa ji we dûr bikevim?' Wî jî anî ziman ku dikare siyasetê û eleqeya bi Êzidiyan re bi hev re bimeşîne.
Rêbertî got, 'Hûn Êzidî Kurdên qedîm in. Xwedê neke, eger Êzidî tune bibe, wê di demeke kurt de Kurd tune bibin. Ji ber ku hûn Êzidî xezîneya çand û zimanê Kurdan e. Biçe civaka xwe bi pêş bixînin. Ez li pişt we me û çi pêwîst be ez amade me bikim. Ji bo Êzidiyan hûn çi ji min bixwazin ez amade me bikim. Eger ji bo vî karî pêwîstî pê hebe ku bi şev û roj bixebitim, ez ji wê re jî amade me'. Ji min re got, 'Ji min re hinekî qala Êzidiyan bike. Rewşa we çi ye, hûn çawa dijîn, zexta li ser we çi ye?' Dema ku Rêbertî wiha axivî, ez gelekî bi bandor bûm. Welê li min hat, weke ku li ser tehtekî kulîlkek şîn bûye."
MIN EV MIZGÎNÎ GIHAND ÊZIDIYÊN DIN
Suleyman Cafer anî ziman ku heta Abdullah Ocalan nas bike, nikarîbû bi hêsanî bêje ku ew Êzidî ne û dît ku yekemcar mirovek Êzidiyatiyê nas dike û piştgiriya wan dike. Suleyaman Cafer wiha dewam kir, "heta wê demê rewşeke welê çêbûbû ku Êzidî li gel Kurdên Misilman jî nikarîbû xwe bi hêsanî bînin ziman, me nikarîbûn bêjin ku Êzidî ne. Wê demê fikrê Misilmantiyê li nava Ereban gelekî xurt bû. Hin Kurdên nezan zext ji Ereban didît, lê piştre dikarin zext li Êzidiyan dikirin. Di şexsê Rêber Apo de min yekemcar dît ku mirovek baweriya me nas dike û piştgiriyê dide. Min ev yek weke diyariyekê didît. Destpêk min Êzidiyên li Helebê li hev civand û ev mizgînî gihand wan. Piştî Helebê min ev mizgînî gihand Êzidiyên li Efrînê. Êzidiyên ku ev mizgînî bihîstin gelekî kêfxweş bûn. Rêbertî wezîfeya pêşvebirina Êzidiyatiyê dabû me. Gelekî kêfa min ji vê wezîfeyê re hat. Me ji Êzidiyan re digot, 'Bila serê we bilind be, li pişt we mirovek heye, tevgerek heye'. Her kes kêfxweş dibû."
HÎMÊ RÊXISTINBÛNÊ HATE DANÎN
Suleyman Cafer ragihand, ku bi fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan hîmê rêxistiniya civakî ya Êzidiyan danîn ku hîn jî li Efrîn û Helebê dewam dike û got, "Ev nêzîkatiya Rêbertî ji bo me firsendeke mezin bû. Ji bo nirxandina vê firsendê jî me xwest zû tevbigerin. Li Efrîn û Helebê me kom civand û dest bi perwerdeyê kir. Ji wê demê û pê ve me şêxên xwe, pirtûkên xwe dianîn û perwerde dikir. Sala 1994'an me got, divê em êdî rêxistiniya xwe ava bikin. Rêbertî firsend û hêz dabû me. Bi saya wî serê me bilind bû, me Êzidiyatiya xwe îfade dikir. Piştî ku nêzîkatiya Rêbertî li nava tevahiya Kurdan hate bihîstin, Kurdên Misilman ên dostê tevgerê êdî bi hezkirin û hurmetê nêzî me bûn. Beriya wê dibe ku van mirovan zext li me nekiribûn, lê belê me qîmetek jî nedîtibû.
Di nava vê demê de 4 caran min Rêbertî dît. Her tim piştgirî da. Bi vê piştgiriya Rêbertî sala 1994'an weke Êzidiyên li Efrîn û Helebê me komîteyek ji 5 kesan ava kir. Navê Komîteya Lêkolîn û Belgekirina Baweriya Êzidiyan li vê komîteyê kir. Me bi vî rengî dest pê kir û îro weke Yekîtiya Êzidiyan dewam dikin."
DIVÊ EM XWEDÎ LI RÊBERTÎ Û FIKRÊN WÎ DERKEVIN
Suleyman Cafer herî dawî got, "Eger ne ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd bûya wê Êzidiyatî tune bibûya. Me ev yek hîn di salên 1980-1990'î de li Efrînê dît. Mixabin bi rengekî giran di sala 2014'an de me li Şengalê jî dît.
Qîmetê ku Rêber Ocalan da Êzidiyan kesî neda. Em timî hişyar kir. Xwest ku em xwe, civaka xwe biparêzin, bi pêş ve bibin. Beriya fermana 73'an a li Şengalê, ji bo me Êzidiyan û Şengalê hişyarî dabû, bal kişandibû ser metirsiyê. PDK a ku xwe weke Kurd û hêza Kurd pênase dike, tevî ku 12 hezar hêza xwe ya leşkerî hebû, di dema komkujiya DAÎŞ'ê de Êzidî terikand. Lê belê 12 fedayiyên Rêbertî bi sed hezaran Êzidî rizgar kirin. Em jî weke civaka Êzidî divê hem xwedî li Rêbertî derkevin hem jî di çarçoveya fikrên wî de xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin û bibin xwedî îrade."