Dagirkeriya Tirk li Şehba bi meşekê hate protestokirin

Xelkê Şehbayê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûr û Mexmûrê bi meşekê protesto kirin, berxwedana gerîla jî silav kirin.

Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê (KPC-D) KPC-Demokratîk a herêma Efrînê bi dirûşmeya "Werin Cenga Azadiyê" meşek li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê lidar xist.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla, şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk hatin berzkirin. Meş li parka navçeya Ehdas veguherî mitîngê. Di mîtîngê de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Rosêl Ebdulhemîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, artêşa Tirk a dagirker her çiqas êrîşên xwe zêde bike lê ew nikare îradeya gelê Kurd bişkîne, HPG`ê şerê lenengî li dijî artêşa Tirk dimeşîne û berxwedana gerîla wê bi ser bikeve.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk ji êrişan ku hemû herêmên Kurdistanê dagir bike û tevlî xaka Tirkiyê bike.

Di dawiyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd tu carî serî ji dewleta Tirk re natewîne û eê heta serkeftinê li ber xwe bide.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bidawî bû.