HRE: 12 leşker û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) regihand ku di çalakiyên 1-3’yê Hezîranê de yên li Mera, Bab, Ezaz, Efrînê bi giştî 14 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên di navbera 1-3’yê Hezîranê yên li cih û demên cuda yên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li dar xistin de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HRE ya li ser çalakiyan wiha ye:

“Di navbera rojên 1-3’ê Hezîranê de, ji aliyê hêzên me çalakiyên bibandor ya bersivdayinê hatin lidarxistin. Di wan çalakiyan de leşker û çeteyên dewleta dagirker hatin hedef kirin ku ev kom heya niha di Efrîna dagirkirî de li hember şêniyên bajar sûcên mirovahiyê pêk tînin, hewl didin demografiya herêmê biguherînin û bi her awayî zext û zorê li gelê me dikin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 1’ê Hezîranê

Li Marê, hêzên me li dijî nûqteyek çeteyan çalakiyek bi drone lidar xistin. Di encamê vê çalakiyê de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Li gundê Daglibaşê ya Babê, hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Herwiha doçkayek wesayît hate rûxandin.

Roja 2’yê Hezîranê

Li gundê Keferxweşê ya Ezazê, hêzên me çalakiyek li dijî çeteyên dagirker lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Heman rojê seetên şev, di navbera gundên Gobelê û Basilê ya Efrînê, hêzên me li dijî konvoyek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî ya bi cûreya Kîrpî hate rûxandin. Di encama vê çalakiyê de 1 ji wan serleşker, 8 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn.  

Roja 3’yê Hezîranê

Li derdora gundê Basufanê, hêzên me li dijî komek leşkerên dagirker çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn.

Li Efrînê, li dijî kargehek gazê ya girêdayî çeteyan çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kargeh hate rûxandin.

Di wan çalakiyên 3 rojan de bi giştî 12 leşker û 2 çete hatin kuştin, 7 leşker jî brîndar bûn.”