PYD: A PDK dike dikevin xizmeta dijmin

PYD'ê têkildarî girtina du endamên Komîteya Têkiliyan a partiyê û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Başûrê Kudistanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve got: "Ev nêzîkatî hêviyên gelê me pêk nayîne, lê dikeve xizmeta dijmin."

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), têkildarî giritina du enadmên komîteya têkiliyan a partiya xwe û nûnerê Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Em di pêvajoyeke hestiyar de li ser asta Kurdistanî re derbas dibin. Li aliyekî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û hêzên Tevgera Rizgariya Kurdistanê hene û li aliyekî din jî şerê taybet heye ku dewleta Tirk li ser gelemperiya gelê me dimeşîne da ku biratiya gelan derbe bike û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin têk bibin. Di vê pêvajoyê de hevgirtin û parastina destkeftiyan pêwîst e. Di demekê de ku hewldanên ji bo temamkirina diyalogên Kurdî  bi lez têne kirin, di gaveke xeter de hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerê têkiliyan ê partiya me Mistefa Osman Xelîl, endamê Komîteya Têkiliyan li Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê û nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen di saetên 03:00'ê  de yê vê sibehê dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê girtin.

Ev kirin maf û hêviyên gelên me bi cih nayîne, desthilata PDK'ê ji encamên van kirinan berpirsyar e.  Ev kirin dikeve xizmeta dijminên ku hewl didin tovên fitneyê biçînin û her nêzîkbûneke Kurdî asteng dikin. Her wiha sûceke ku li sûcên wê yên tevkariya bi Tirkiyê re  û bi rêya peymanên qirêj  zêde dibin.

Em Meclîsa Giştî ya PYD'ê ji ber van nêzîkatiyên neberpirsyar bi fikar in û bi tundî van zêdegaviyên xeter û ne berpirsyar ên ji aliyê desthilata PDK'ê ve şermezar kirin. Em bi israr banga rawestandina hemû çalakî û kirinên li dijî qanûn û destûrên civakê ku ziyanê dighîne hêviyên gelê me û pirsgirêk û nakokiyên di navbera hêzên Kurdî de dikin. Her wiha em her tevgereke bi armanca hikweşandina mafên têkoşînê û berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk ên plankirî û domdarî yên li dijî gelê me yê Kurd û binsaziya wê ya sivîl û aborî şermezar dikin."