Li Dêra Zorê û Hesekê serçeteyek û 7 DAÎŞ’î hatin girtin

QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAÎŞ’ê yên li Dêra Zor û Hesekê operasyon pêk anîn. Di operasyonan de herî kêm 7 çete û serçeteyekî DAÎŞ’ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hujdirîn li Dêra Zorê û Hesekê li dijî çatayên DAÎŞ’ê oprerasyon lidar xistine.

Navendê ragihand ku di operasyonan de herî kêm 7 çeteyên DAÎŞ’ê û serçeyekî ku berpirsê têkiliya çeteyên DAÎŞ’ê yên li herêma Dêra Zorê bû, hatine girtin.

Navenda QSD’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir:

“Di navbera 5 û 9’ê Hezîranê de, hêzên me rêze operasyonên ewlekariyê lidar xistin û gelek hedefên terorîstên DAÎŞ’ê û hucreyên wan li deverên Dêre Zorç û Hesekê kirin armanc. Di encama wan operasyonan de hejmarek çeteyên DAÎŞ’ê ragirtin û miqdarek çek û belge desteser kirin .

Bi piştgirî û çavdêriya ezmanî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê, operasyon li herêma Cidêdat Egêdat li gundewarê Dêre Zorê destpê kirin ku hêzên me endamek DAÎŞ’ê ku di plansazkirina êrîş û çalakiyên ku ewlehî û aramiya herêmê armanc digirt çalak bû, girtin.

Hêzên me yên operasyonên taybet 4 çeteyên şaneyên DAÎŞ’ê li devera El-Şihêl, li gundewarên rojhilatê Dêre Zorê girtin. Hucre ji çêkirina teqemenî û mayinan berpirsiyar bû ku çek û alavên wan hatin desteserkirin.

Yekîneyên Tekoşîna li dijî Terorê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî emîrekî ewlehiyê yê rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê li gundê El-Balalya yê Mergada, li başûrê bajarê Hesekê girt. Ew berpirsyarê plankirina kuştinan û meşandina operasyonan bû ku deverên cur bi cir li Dêrezorê hedef digirtin û her wiha têkiliya bi şaneyên terorîst û emîrên wan re li herêma Dêre Zorê çêdikir.

Di dema operasyona ewlehiyê de li gundewarên Dêre Zorê, yekîneyên taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) 2 endamên DAÎŞ’ê girtin ku ji berpirsyariya nûvekirina hêmanan û asankirina karê hucreyên dixwazin bizavên ewlehiyê bişkînin, bûn.”

Navendê di dawiyê de destnîşan kir ku armanc ji operasyonann ew e ku ewlehî û aramiya domdar li herêmê dabîn bikin û şerê terora DAÎŞ’ê bike ku dixwaze sivîl û hêzên ewlehî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike armanc.