YPG: Me hucreyeke DAÎŞ’ê hilweşand

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir wan hucreyeke DAÎŞ’ê hilweşandine ya ku MÎT’ê ew perwerde dikirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir wan hucreyeke DAÎŞ’ê hilweşandine.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev tişt hate diyarkirin

''Di çarçoveya têkoşîna hêzên me li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê de, şaneyek ku ji alî MÎT’a Tirkan ve hatiye perwerdekirin hat tespîtkirin. Endamên vê şaneyê di sala 2017'an de çûne Tirkiyeyê û li bajarên Enqere û Rihayê di perwerdeya MÎT a Tirk re derbas bûne. Piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, ev kes derbasî Rojava bûn û demek dirêj li ser qadên Rêveberiya Xweser faaliyetên îstîxbaratê meşandine. Ev şane, bi taybetî bi armanca derxistina alozî û provokasyonan ji alî MÎTê ve hatiye erkdarkirin.

Di roja 5'ê Hezîranê de, li nêzî bajarê Şedadê, li ser agahiyeke îstîxbaratî li hember vê şaneyê operasyonek hat destpêkirin. Ev şane dema amadekariya êrişan dikirin ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin. Di encama vê operasyonê de 5 çete hatin kuştin. "

Li gorî daxuyaniyê navên çeteyên ku hatin kuştin ev in:

Rehed Mehmud Xalid (ji Iraqê ye)

Ramî Hemdun Xidir (ji Helebê ye)

Ehmed Mehmud Fatih (ji Iraqê ye)

Ebû Xetab (ji Iraqê ye)

Hemûd Hemîd Mihemed (ji Sûriyê ye)