Li nêzîkî Serêkaniyê leşkerekî Rûs mir

Li herêma navbera Serêkaniyê û Zirganê leşkerekî Rûs mir.

Li derdora gundê El Esediyê ku navbera Serêkaniyê û Zirganê ye û nuqteyên çeteyên artêşa Tirk a dagirker nêzîkî ne, panzereke Rûs teqiya. Di encamê de leşkerekî Rûs mir, 3 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, cenazeyê leşkerê ku mir birin Nexweşxaneya Dirbêsiyê.