Ji kuştinên Efrînê 21 bi belgeyan hatin piştrastkirin

Li gorî rapora ku ji aliyê Tora Çalakvanên Efrînê ve hatiye amadekirin, sûcên ku ji destpêka sala 2021`an ve û heta dawiya me Gulana borî hatine kirin û kesên ku sûc li dijî wan hatine kirin, bi nav û wêneyan hatine belgekirin.

Tora Aktivîsta Efrînê 21 kuştinên ku ji 2018'an û wir ve li Efrînê bi destê dewleta Tirk pêk hatine 21 jê bi belgeyan hatin piştrastkirin.

Torê di destpêka rapora xwe de got,"Zêdetirî 3 salan di ser dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve derbas bû. Dagirkeran di êrişên xwe de hemû cureyên çekên leşkerî bi kar anîn û çeteyên radîkal ji rêxistinên din wekî DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra jî anîn."

Di berdewama raporê de hate gotin, "Ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê 18`ê Adara 2018`an ve û armanca yekemîn a dagirker û çeteyên wê hedefgirtina sivîlan û tunekirina Kurdan di bajêr de ye."

Di raporê de hate destnîşankirin ku pêkanîna dewleta Tirk sûcan li dijî Kurdan di kantona dagirkirî de pêk tîne da ku dev ji warê xwe berdin. Şêwazên hedefgirtinê ji kuştin, revandin, îşkencekirin, tirs û binpêkirin da ku wan neçar bikin dev ji bajarê xwe berdin û derfetê bidin malbatên çeteyan ku mal û milkên wan desteser bikin.

Torê piştrast kir ku hejmarên hatine belgekirin teahiya sûcên dewleta Tirk eşkere nakin, ji ber kuli Efrînê derfetê nadin dezgehên çapemeniyê ku rastiyê eşkere bikin.