Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlek bi êşkenceyê qetil kir

Kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk ên li qadên dagirkirî bê navber didomin. Li Efrînê welatiyê bi navê Mihemed Hisên Misto (49) li zîndanên çeteyên Feyleq El Şam a dewleta Tirk destekê dideyê, bi êşkenceyê qetil kir.

Li deverên di bin dagirekiya dewleta Tirk û çeteyên wê de kiryarên revandin, êşkence, talan, girtin û kuştinê yên binpêkirinên mafê mirovan dewam dike.

Şêniyên gundê Beyê yê girêdayî navçeya Şêrawa yê Efrînê Mihemed Hisên Misto ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve hatibû revandin û çeteyan ew biribû zindana gundê Îska yê Şêrawa.

Lê piştî 10 rojan bi berdêla hezar dolar û 5 teneke zeyt hat berdan.

Çeteyan 15'ê Nîsanê careke din Mihemed Hisên Misto dîsa revandibû.

Misto li zîndanên gundê Îkan 3 rojan tê êşkencekirin. Piştî êşkenceya giran ji bo nexweşxaneyê vediguhêzin nexweşxaneya bajarê Efrînê, lê di 4'ê Hezîranê de ji ber êşkenceyê jiyana xwe dest da.

Malbata Mihemed milyonek lîreyên Sûriyê da çeteyan heta ku cenaze wergirt.