Ciwanên Kobanê û Helebê: Em bi gerîla re ne
Rêxistinên Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser kampa Mexmûrê û ya li ser gundên Şêrawa şermezar kirin û diyar kirin wê bi gerîla re bin.
Rêxistinên Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser kampa Mexmûrê û ya li ser gundên Şêrawa şermezar kirin û diyar kirin wê bi gerîla re bin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê kom bûn û daxuyaniyek dan. Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê yên Tirk ên li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê Zap, Metîna, Avaşîn û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser binkeftina dewleta Tirk a li Heftanînê û wiha hate domandin: "Dewleta Tirk li Heftanînê bi bin ket, êrişî Garê kir û li Garê jî bi bin ket êrişî Metîna û Avaşînê kir, piştre bi alîkariya malbata Berzanî Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û êrişî pêşmergeyan kir."
Ciwanan diyar kirin malbata Berzanî xiyanetê li gelê Kurd dike û di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya xwe ji bo gerîlayan re nîşan dan.
HELEB
Li Helebê jî Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê li pêşiya navenda xwe ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek da. Endama yekitiyê Nesrîn Cafer daxuyanî xwend.
Di daxuyaniya Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê de wiha hat gotin: “Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Şêrawayê ya Efrînê şermezar dike. Di du mehên dawîn de dewleta Tirk a faşîst êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û êrişên wê heta niha berdewam in.“
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina vîna gelan û tunekirina aborî û binesaziya herêmê van êrişan pêk tîne.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişa li dijî navçeyên Şêrawayê û wiha hat gotin: “Di topbarana li ser gundê Kilotê yê navçeya Şêrawayê de zaroka bi navê Zeyneb Hisên Îbrahîm şehîd bû. Em soza şopandina rêya şehîdan didin.”