ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Tebqayê TC şermezar kir û ji Rêberê Gelê Kurd re azadî xwest
Li bajarê Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hat xwestin. -
MÎT'ê li Efrînê 6 mirovên extiyar revandin
MÎT'ê li navçeya Raco ya Efrîn a dagirkirî 6 kesên ji 50 heta 70 salî revandin. -
Ji fermandarên QSD'ê: Dewleta Tirk dixwaze têkçûna xwe binixumîne
Ji Fermandarên QSD'ê yê Girê Spî Baz Cindirês diyar kir ku QSD û gel wê bi hev re xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û got, dewleta Tirk ji bo têkçûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre êrişî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. -
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
Li navçeya Çelebî ya Kobanê bi sedan welatî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî lidarxist. -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 kes revand
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya girêdayî Kantona Efrînê 3 welatiyên bi navê Henan Îbrahîm Mewas, Hecî Murad Hecî Hiso ve Mesûd Osman Xelo revandin. -
Li Til Hemîsê şaneyeke çeteyan hat têkbirin
Hêzên Ewlekariya Hindurîn ya Til Hemîsê 4 çete destgîrkir û dest danî ser gelek belge û kel û pelên leşkerî. -
Yekîtiya Mamosteyan xiyaneta PDK’ê şermezar kir
Yekkîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga radestkirina cenazeyên şehîdan li PDK’ê kir û xiyaneta PDK’ê şermezar kir. -
Ciwanên Efrînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şikandina tecrîdê li Kantona Şehbayê meşek li dar xistin. -
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li Eyn Îsa û Rêya M-4’ê dide
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li gundên Eyn Îsa û li Rêya M-4’ê dide. -
Êrişên dagirkeran didome
Artêşa Tirk a dagirker 3 gundên Şêrawa û Til Rifat topbaran kir û êrişî nuqteyek ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir. -
Çalakiya Sêmalka di roja 46’an de ye: Cenazeyên me bidin
Di roja 46’mîn a çalakiya ku ji aliyê malbatên şehîdan li Sêmalka hatî destpêkirin de, malbatan careke din bang li PDK’ê kirin û daxwaza radestkirina cenazeyên zarokên xwe kirin. -
8 top avêtin Efrînê
8 top li navenda bajarê Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye hate barandin. Nehate zanîn ka ew top ji aliyê kê ve hatiye avêtin. -
Li Efrînê êrişên ji bo Tirkkirinê didome
Dewleta Tirk a dagirker li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku dagir kiriye, feraseta yek ziman û yek neteweyê ferz dike. Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê dibistaneke bi Tirkî vekir. -
Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bav û kurê wî revand. Aqûbeta wan nayê zanîn. -
Çeteyê DAÎŞ'ê Dundar: DAÎŞ'ê Tirkiye kir wîlayet û walî li ser danî
Çeteyê DAÎŞ'ê Mahmût Dundar anî ziman ku DAÎŞ'ê ji mehên navîn ên 2017'an û pê ve rêxistiniya xwe ya li Tirkiyeyê ji emîrtiyê veguherandiye wîlayetê. -
Dagirkeran gundê Bênê topbaran kir
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gundê Bênê ya Şêrawa topbaran kir, li Qamişloyê balafirên keşfê geriyan. -
Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hat şermezarkirin
Bi sedan kes ku bi pêşengiya Komîteya Perwerdeyê ya Dêrazorê hatin cem hev, sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. -
Di 45’mîn roja çalakiya li Sêmalka de bertek nîşanî PDK’ê hat dayîn
Yekîtiya Cotkaran û Berhemên Sewalan a Kantona Hesekê çû serdana çalakiya konê ya 45 rojin li deriyê Sêmalka didome, nerazîbûn nîşanê PDK’ê dan û banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir. -
Gelê Kobanê daket qadan: Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re
Gelê Kobanê bi şîara ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ meşiya. Di meşê de êrişên kîmyewî jî hate protestokirin. -
Mihemed Şahîn: Bi îradeya gelê me wê encameke serketî bi dest bikeve
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên li ser herêmê dixwaze tirsê bixe nava gel û destnîşan kir, ku bi îradeya gelê xwe wê li hemberî van êrişan bi ser bikevin. -
'Nedayina cenazeyan li dijî qanûnên navnetewî ye'
Meclisên Şedadê û Mergeda serdana çalakiya konê ya li Sêmalka kirin, bertek nîşanî PDK’ê dan ku cenazeyên şehîdan radest nake û gotin ev yek li dijî qanûnên navnetewî ye. -
‘Emê tola êrişên li ser Kobanê û Qamişlo hilînin’
Bi sedan kes li Reqayê daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin û sucên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xakên Sûriyê dike şermezarkirin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Şêrawayê barand
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êriş bir ser gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawayê. -
Eşîran bang li koçberan kirin: Li welatê xwe vegerin
Rûspiyên eşîrên El Hewas û Afadile yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, bang li koçberên Sûriyê kirin û gotin, ''Rojava her ku diçe geş dibe. Li welatê xwe vegerin.'' -
Liv û tevgera zêde ya balafirên keşfê li ser herêmên Rojava
Piştî gefên dagirkirinê yên nû yên Erdogan liv û tevgera balafirên keşfê zêde bûn. Balafirên ayîdê artêşa Tirk îro li ser asîmanên Efrîn, Şehba, Kobanê û Minbicê pir zêde firiyan.