Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bav û kurê wî revand. Aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bi dest xistin, dema du welatiyên Efrînê ji kantona Efrînê ji bo dermankirinê berê xwe didan herêma Ezazê ya dagirkirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Hate ragihandin ku herdu welatî li benda kontrolê ya çeteyên bi navê 'ewlehiya siyasî' ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker ya li dergehê kantona Efrînê ya dagirkirî, hatin revandin.

Li gorî agahiyan kesên hatine revandin Ebdulrehman Hesen û kurê wî Rodî Ebdulrehman Hesen e.

Çarenûsa kesên revandî heta niha nayê zanîn.