'Nedayina cenazeyan li dijî qanûnên navnetewî ye'
Meclisên Şedadê û Mergeda serdana çalakiya konê ya li Sêmalka kirin, bertek nîşanî PDK’ê dan ku cenazeyên şehîdan radest nake û gotin ev yek li dijî qanûnên navnetewî ye.
Meclisên Şedadê û Mergeda serdana çalakiya konê ya li Sêmalka kirin, bertek nîşanî PDK’ê dan ku cenazeyên şehîdan radest nake û gotin ev yek li dijî qanûnên navnetewî ye.
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûbûn li deriyê Sêmalka çalakiya konê lidarxistibûn, didome.
Ev du roj in şêniyên navçeyên Mergeda û Şedadê tevlê çalakiya konê ya li Sêmalkayê bûn û bang li PDK’ê kirin ku pêwîste cenazeyên şehîdan radest bikin.
Lê heta niha Partiya Demokrat Kurdistan (PDK) cenazeyên şehîdan radest nakê û guh nade daxwazên malbatên şehîdan.
Yek ji rûspiyên eşîra Cibûr a li Mergeda Hemed Zanûn ku tev li çalakiyê bûbû, bang li cîhanê û rêxistinên mirovî kir ku zextê li PDK`ê bikin, da cenazeyên şehîdan radest bikin.
Zanûn got:”Ev helwesta PDK`ê li dijî qanûnên naveteweyî û exlaqê ye.”
Hemed Zanûn diyar kir ku diviyabû PDK’ê li kêleka wan li heman eniyê şer bikira, ne ku cenazeyên şehîdan radest nekira û wiha dewam kir: “Ne radestkirina cenazeyên şehîdan li dijî pirtûk, yesayên asmanî û pîvanên navneteweyî ye. Her wiha neradestkirina cenazeyên şehîdan xizmeta berjwendiyên biratiyê nake.”
Endamê Rêveberiya Meclisa Navçeya Şedadê Besam Seîd ku ev du roj in di bin konê çalakiyê de ye, got: “Kombûna me ya li bin kon, li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ye da ku helwesta PDK’ê ya neradestkirina cenazeyên şehîdan şermezar bikin.”
Seîd wiha dewam kir: “Çalakî di roja 44’an de ye û heta pêkanîna armanca xwe wê dewam bike. Helwesta PDK`ê pîvanên navneteweyî û nirxên mirovahiyê bin pê dike. Ji lewre em banga radestkirina cenazeyên şehîdên xwe dikin, da ku wan li goristana şehîdan û bi merasîmekî layiqî wan bispêrin axê.”