‘Emê tola êrişên li ser Kobanê û Qamişlo hilînin’
Bi sedan kes li Reqayê daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin û sucên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xakên Sûriyê dike şermezarkirin.
Bi sedan kes li Reqayê daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin û sucên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xakên Sûriyê dike şermezarkirin.
Bi sedan şênî û jinên bajarê Reqayê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Çerxerêya Hezîme ya Reqayê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmeyên şermezarkirina faşîzma Tirk û sûcên wê berz kirin.
çalakvanan berê xwe da Çerxerêya Sewamê û li çerxerêyê kom bûn, piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê şêniyên Reqayê Hevseroka Meclisa Ciwanên Reqayê Bûşra El-Ehmed daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de siyasetên qirkirin û çewisandinê yên li ser gelên azadîxwaz hatin şermezarkirin û îşaret bi hedefgirtina balafirên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên Kobanê û Qamişlo û kuştina kesayetên neteweyî hate kirin û soza tolhildana van sûcan hate dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji destpêka vê şoreşê ve em li hemû qadan li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn û em ê li kêleka QSD'ê li hemû eniyên şer û li dijî gefên dewleta Tirk bisekinin."
Di daxuyaniyê de her wiha îşaret bi bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî hate kirin.
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê, fermandar Ebû Xelef jî got ev yek encama dewleta Tirk a dagirker eve ku krîza xwe ya hundirîn û hilweşîna aborî veşêre, gefan dixwe.
çalakî bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.