Li Efrînê êrişên ji bo Tirkkirinê didome

Dewleta Tirk a dagirker li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku dagir kiriye, feraseta yek ziman û yek neteweyê ferz dike. Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê dibistaneke bi Tirkî vekir.

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê, ferzkirina çand û zimanê Tirkî li gund û bajarokên Efrînê ya dagirkirî didome. Dewleta Tirk a dagirker li navenda navçeya Racoyê bi armanca Tirkkirina herêmê dibistaneke Tirkî vekir.

Her wiha çavkaniyên herêmî ragihand ku dagirkeriya Tirk li Efrînê pereyê Tirkiyeyê ferz dike, wêneyên Erdogan dadiliqîne, zimanê Tirkî li dibistanan ferz dike û navend û rêyên sereke li gorî dîzayna bajarên Tirkiyeyê çêdike.