Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hat şermezarkirin
Bi sedan kes ku bi pêşengiya Komîteya Perwerdeyê ya Dêrazorê hatin cem hev, sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Bi sedan kes ku bi pêşengiya Komîteya Perwerdeyê ya Dêrazorê hatin cem hev, sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Komîteya Perwerdeyê ya Dêrazorê bi daxuyaniya ku bi dirûşmeya “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirina xakên Sûriyê ji aliy dewleta Tirk red dike” sûcên dewleta Tirk şermezar kir.
Di daxuyaniyê de rûspî û nûnerên meclisên herêmî û mamoste û endamên partiyan amade bûn.
Daxuyanî ji aliyê endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Hisên El-Xarûf ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wekî mamostayên herêma rojhilat êrişên domdar ên li ser axa Sûriyê şermezar dikin û bang li hemû cîhanê, rêxistinên navneteweyî û koalîsyona navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û sûcên li Serêkaniyê, Efrîn û Girê rawestînin û li gorî daxwazên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevbigerin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şerê dewleta Tirk bandorên neyinî dike ku di encamê de qada perwerdeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ziyan dît.
Di daxuyaniyê de piştgiriya ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re hate destnîşankirin û wiha hate domandin: “Em bang li her kesî dikin ku li dijî êrişên ku aramiyê li herêmên me hedef digire, bisekinin. Em piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin. Her wiha piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin ku axa me rizgar kirine û bi peydakirina hemû xizmetên ji bo herêma Dêrazorê hewl dide aramiyê li herêmê pêk bîne.”
Di daxuyaniyê de bang li raya giştî hate kirin ku desteka xwe ji saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser re zêde bikin û hate gotin: “Ev sazî nûnerên yekane yên gelên herêmê ne ku wê ji hişmendiya desthilatdar û dîktator xilas kirin.”