Liv û tevgera zêde ya balafirên keşfê li ser herêmên Rojava
Piştî gefên dagirkirinê yên nû yên Erdogan liv û tevgera balafirên keşfê zêde bûn. Balafirên ayîdê artêşa Tirk îro li ser asîmanên Efrîn, Şehba, Kobanê û Minbicê pir zêde firiyan.
Piştî gefên dagirkirinê yên nû yên Erdogan liv û tevgera balafirên keşfê zêde bûn. Balafirên ayîdê artêşa Tirk îro li ser asîmanên Efrîn, Şehba, Kobanê û Minbicê pir zêde firiyan.
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker ji saet 17:00’an û heya niha li ser asîmanên Efrîn, Şehba, navenda Kobanê, bejahiya rojhilatê wê û bajarokê Şiyoxê û bakurê Minbicê firiyan.
Di demên dawî de liv û tevgera balafirên keşfê yên bêmirov ên Tirk a dagirker li ser asîmanên piraniya herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî gefên dagirkirinê yên Erdogan zêde bûye.
Hefteya bihorî balafirên keşfê yên bêmirov û bi çek ên dewleta Tirk li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê 3 endamên malbata Gulo qetil kiribû.