Eşîran bang li koçberan kirin: Li welatê xwe vegerin
Rûspiyên eşîrên El Hewas û Afadile yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, bang li koçberên Sûriyê kirin û gotin, ''Rojava her ku diçe geş dibe. Li welatê xwe vegerin.''
Rûspiyên eşîrên El Hewas û Afadile yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, bang li koçberên Sûriyê kirin û gotin, ''Rojava her ku diçe geş dibe. Li welatê xwe vegerin.''
Rûspiyê eşîrên Al Hewas Deham El Şiblî û yê eşîra Afadile Mistefa El Abde gotin, ''Dewleta Tirk ciwanên me xapand û ew şandin Libya, Efganîstan û hwd. şer. Dewleta Tirk ji bo ku Sûriyê vala bike nasekine. Welatê me adrêsa jiyaneke birûmet e. Divê ciwanên me û gelê me bi van gavên şerê taybet nexape.''
Deham El Şiblî diyar kir dewleta Tirk ji bo berjewendiya xwe li herêmê polîtîkaya koçberkirinê dike, welatên weke Elman û Ewropayê ji bo ku ji koça mêjî û enerjiya ciwanan sûd werbigire deriyê xwe li penaberên ciwan vedike.
Şiblî diyar kir dewleta Tirk ji bo ku Rojava û Sûriyê vala bike çi dest tê dike û got, ''Hin kes dibêjin peywira xweparastinê dibe sedema koçê lê ev ne rast e. Jixwe1998-1997-1996'an û beriya wê nehatiye xwestin ku peywira xweparstinî were kirin. Dewleta Tirk xasma ji bo ku Rojava û Sûriyê vale bike gavên wihay ên şerê taybet davêje. Dewleta Tirk bi komên çete gelek kes xapandin û şandine Libya, Efganîstan û Qezakîstanê.''
Şiblî bang li penaberên ji Sûriyê kir û got, ''Li welatê xwe xwedî derkevin. Em bang li ciwanan dikin ku li welatê xwe xwedî derkevin. Hemû hewcehiyên jiyanî têne bicihanîn, li welêt derfetên kar her ku diçe zêde dibin. Welatê me roj bi geş dibe. Welatê xelkê ji me re nabe war, mala xelkê ji me re nabe mal.''
Şiblî bi berdewamî got,''Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser me û xaka me çi dibe bila bibe em ê serê xwe netewînin. Em ji mirinê natirsin. Ti caran mirov nikare ji dewleta Tirk bawre bike. Ji ber ku ji dîrokê ve gelek komkkujî kirine. Em rûspî destekê didin QSD'ê. Em hazir in ku bi şervanên xwe re tevlî nav şer bibin. Ev ne tenê gotinek e, jixwe bi aşkareyî ev tê dîtin. Ne Reqayê û ne jî bosteke xaka Rojava em nadin dijmin. Xwediyê van xakan em in. Em ê hebûna dijmin li ser xaka xwe qebûl nekin.''
Rûspiyê eşîra Afadile Mistefa El Abde jî bal kişande ser sedemên koçberiya li herêmê û got, ''Gelên herêmê bi aramî û ewlehî dijîn. Lê li herêma koçberî heye. Xasma di demeke wiha de ku welat pir hewceyî wan e koç dikin. Welatê wan ji bo wan adrêsa jiyeneke birûmet e. Jixwe li pişt vê koçberiyê dewleta Tirk heye. Dewleta Tirk ji bo ku welêt vala bike siyasetê dike.''
Abde bang li ciwanan û hemû koçberan kir û got, ''Li herêma me ciwan parêzvanên van xakan in. Hemû lêzimiyên jiyanî têne bicihanîn. Em bang li koçberan dikin ku vegerin ser axa xwe. Erdên me ne bêber in û em divê lê xwedî derkevin. Dewleta Tirk û çeteyên wê El Nusra, DAÎŞ û koçberan dixapîne berê wan dide ser me. Li welatê me li gel ku gelek çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî hene jî bi hêzên me ev der welatekî ewle ye.''