Çalakiya Sêmalka di roja 46’an de ye: Cenazeyên me bidin

Di roja 46’mîn a çalakiya ku ji aliyê malbatên şehîdan li Sêmalka hatî destpêkirin de, malbatan careke din bang li PDK’ê kirin û daxwaza radestkirina cenazeyên zarokên xwe kirin.

PDK’ê hê jî cenazeyên şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên di kemînekê yê hêzên PDK’ê de li Xelîfanê şehîd bûbûn, radestî malbatên wan nake.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), hêzên PDK’ê 28-29’ê Tebaxê kemînek li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê li pêşiya komeke gerîla ya ji 7 kesan pêkdihat danî. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, gerîlayek bi birîndarî dîl hat girtin û gerîlayek jî bi saxî vegerî cihê xwe.

Şêniyên kantona Hesekê yên ku çalakiya konê ya li Sêmalka dewr girtine, careke din bang li PDK’ê kirin.

“ÇALAKÎ WÊ HETA WERGİRTİNA CENAZEYAN BERDEWAM BİKE”

Endama Rêveberiya Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê kantona Hesekê Delal Biro got: “Em bang li Mesûd Barzanî dikin ku cenazeyan radestî malbatên wan bike. Divê bersiva daxwazên dayîkên şehîdan yên ku bê westan çalakî lidardixin bide. Ev çalakî wê heta wergirtina cenazeyan berdewam bike.”

Di dawiyê de Delal Biro anî ziman: “Wê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta wergirtina cenazeyan û bersivdayîna daxwazên dayikên şehîdan û Dayikên Aştiyê xwepêşandana xwe dewam bikin.”

“GELO DEWLETA TİRK DESTÛRÊ NEDA WÊ?”

Telal El-Cewher ku endamê Meclisa El-Sefiyê ya girêdayî kantona Hesekê ye jî diyarkir: “Pêkhateyên hrêmê tevlê çalakiyê dibin. Lê PDK’ê bersiva name û daxwazên çalakgeran nade.”

Telal El-Cewher wiha pê de çû: “Gelo armanca PDK’ê çi ye heta ku cenazeyan radestî malbatên wan nake. Gelo dewleta Tirk destûrê neda wê? Divê civata navneteweyî zextê li PDK’ê bike da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.”