Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan

Li navçeya Çelebî ya Kobanê bi sedan welatî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî lidarxist.

Kongreya Star a navçeya Çelebiyê ya Kobanê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de meşeke girseyî lidarxist.

Meş li ber avahiya Kongreya Star a navçeyê destpêkir û ber bi qada Şehîd Gelhat Raman ya li gundê Xerab Aşiq ve çû. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmeyên “Ji Rêber Ocalan re azadî” berzkirin. Meş li qadê veguherî mîtîngê û li wir ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyeke rêz hat girtin.

Endama Mala Jinê ya Navçeya Çelebiyê Emîne Ebdurehman li ser navê Kongreya Star axivî û got: “Xwepêşandana me bi armanca şermezarkirina tecrîda ji beriya salan ve li ser Rêber Ocalan hatiye ferzkirin e, lê tevî vê yekê Rêbertî fikir û felsefeya xwe di nav gelê Kurd û cîhanê de belav kir.”

Emîne Ebdurehman ev li axaftina xwe zêde kir: “Dijminê Tirk li Rojava sivîlan dike hedef û li dijî gel şerê taybet dide meşandin, her wiha bi çekên kîmyewî şerê gerîlayan dike. Li hemberî vê yekê jî civata navneteweyî bê deng e. Lê em ji dijmin re dibêjin, êdî bes e û dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya ji Rêber Ocalan re pêk were û gelê Kurd azad bibe.”

Emîne Ebdurehman bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kar bikin. Emîne Ebdurehman tecrîda li ser rêber wekî tecrîda li ser gelê Kurd bi nav kir û got, divê her kes li dijî dijminê gelê Kurd bisekine, da rêbertî azad bibe.

Beriya vê meşê li bajarê Kobanê û navçeyên Qenaye, Sirîn û Şêran ên girêdayî kantona Kobanê heman meş li dar ketin.