Endamên nû yên Komîsyona Ewropayê hatin erêkirin
Bi hilbijartina li Parlamentoya Ewropayê hatî kirin re, endamên komîsyona nû ya Ursula Von Der Leyen, di dengdana dawî re derbas bûn û hatin erêkirin.
Bi hilbijartina li Parlamentoya Ewropayê hatî kirin re, endamên komîsyona nû ya Ursula Von Der Leyen, di dengdana dawî re derbas bûn û hatin erêkirin.
Di Parlamentoya Ewropayê de, hilbijartina endamên nû yên Komîsyona Ewropayê hatin kirin. Komîsyona nû ya Ursula Von Der Leyen ku 1’ê Kanûnê wê dest bi wezîfeyê bike, di hilbijartina dawî re derbas bû û hate erêkirin. Parlamenterên komîsyonê 370 dengên erênî, 282 dengên nerênî û 36 jî dudil wergirtin.
Von Der Leyen di meha Tîrmehê de tevî ku 401 deng wergirtin, komîsyona ku hilbijartî bi dengekî hîn kêmtir hate hilbijartin.