Çeteyê DAÎŞ'ê Dundar: DAÎŞ'ê Tirkiye kir wîlayet û walî li ser danî

Çeteyê DAÎŞ'ê Mahmût Dundar anî ziman ku DAÎŞ'ê ji mehên navîn ên 2017'an û pê ve rêxistiniya xwe ya li Tirkiyeyê ji emîrtiyê veguherandiye wîlayetê.

Çeteyê DAÎŞ'ê Mahmût Dundar ragihand ku DAÎŞ ji sala 2017'an û pê ve derbasî Tirkiyeyê û herêmên mîna Idlibê yên nêzî Tirkiyeyê bû.

Mahmût Dundar sala 1993'an li Semsûrê ji dayik bû. Li Tirkiyeyê tê naskirin. Di nava xeleka destpêkê ya koma 'Dokûmacilar' a Semsûrê de cih girt ku tevlî DAÎŞ'ê bû.

Koma Dokûmacilar piştî ku derbasî xaka Sûriyeyê ya ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye dagirkirin bû, bi koma Dîlokê re bû yek û gelek endamên xwe weke bombeyên zindî bi kar anî.

Mahmût Dundar û hevsera wî Merve Dundar, cêwiyê wî Omer Denîz Dundar û hevsera wî ya Kazak di lîsteya bombeyên zindî yên DAÎŞ'ê yên emniyeta Tirk de ne.

Mahmût Dundar 24'ê Adara 2019'an li Baxozê yek ji çeteyên DAÎŞ'ê bû ku herî dawî teslîmî QSD'ê bû.

Di nava salekê de min gelek caran hevpeyvîn bi Mahmût Dundar re kir.

Destpêkê got ku tenê ji bo hîcretê çûye Sûriyeyê, lê di du hevdîtinên dawî de agahiyên berfireh li ser xwe dide. Her çend di mijara têkiliyên Tirkiye û DAÎŞ'ê de bi israr bi devgirtî nêzîk dibe jî êdî hin agahiyan parve dike.

Mahmût Dundar tevî ku ji aliyê îstîxbaratê ve tê zanîn jî du caran tevî hevsera xwe Merve Dundar, carekê jî bi tena serê xwe bi nasnameya xwe derbasî Tirkiyeyê bûye û jê derketiye.

Mahmût Dundar anî ziman ku DAÎŞ'ê piştî sala 2017'an dest ji xaka li Sûriyeyê berda û derbasî Tirkiyeyê, her wiha qadên mîna Idlibê yên nêzî Tirkiyeyê bû.

DAÎŞ'Ê DI SALA 2017'AN DE TIRKIYE VEGUHERAND WÎLAYETÊ

Mahmût Dundar ragihand ku DAÎŞ'ê ji mehên navîn ên sala 2017'an û pê ve Tirkiye ji emîrtiyê veguherandiye wîlayetê û got, "Sala 2017'an piştî ku Dewleta Îslamê xaka di destê xwe de ji dest da û dest bi vekişînê kir, ji xwe re kire karekî girîng ku Tirkiyeyê weke wîlayetekê bibîne. Yanî giranî da ser karên li Tirkiyeyê."

Piştî ku Tirkiye weke wîlayetê hate diyrakirin, Mahmût Dundar qala sîstema kar û rêxistinî ya DAÎŞ'ê kir: "Destpêkê bi Karên Derve ve girêdayî bû. Kesê ku bi Karên Derve re eleqedar dibû li dosyayan hemûyan dinihêrî. Lê belê piştî ku bû wîlayet êdî xweser bû. Waliyek li ser hate danîn. Ev walî jî yekser bi Lijne Mufavada (Şûra Leşkerî ya Bilind) ve girêdayî bû."

KARÊN DAÎŞ'Ê YÊN LI SER TIRKIYEYÊ ZÊDE BÛN

Mahmût Dundar diyar kir ku waliyê destpêkê yê 'wîlayeta Tirkiyeyê' ya DAÎŞ'ê Nûsret Yilmaz (Ebû Fûday) bû û anî ziman ku Nûsret Yilmaz jî ji aliyê rêxistinî ve yekser bi Abdullah Kardaş (Emîr Mûhammed El Mewla El Selbî) ve hate girêdan, ku Abdullah Kardaş niha xalîfeyê nû yê DAÎŞ'ê ye. Mahmût Dundar ragihand ku Nûsret Yilmaz ber bi dawiya sala 2017'an ve li Dêra Zorê di êrişa hewayî de hate kuştin û got, "Ji meha 2'emîn a sala 2017'an heta wefata Nûsret Yilmaz ez pê re xebitîm. Walî ew bû. Ez bi xwe jî bi karên ragihandinê ve mijûl bûm û emîrê ragihandinê bûm. Piştî ku Nûsret Yilmaz mir li şûna wî Ebû Adil Turkmenî weke waliyê Tirkiyeyê hate bicihkirin. Ew jî di destpêka sala 2018'an de ji xaka Dewleta Îslamê derket. Nizanim ku bi ku ve çûye, lê belê bûbû waliyê Tirkiyeyê."

Mahmût Dundar destnîşan kir ku ji destpêka sala 2017'an û pê ve DAÎŞ'ê gelek emîrên xwe şand Dîşîşa, Idlib û Tirkiyeyê.

HATE QEDEXEKIRIN KU LI TIRKIYEYÊ ÇALAKÎ BÊ KIRIN

Dundar ragihand ku piştî Ebû Adil Turkmenî ji xaka di destê DAÎŞ'ê de derbasî qadên cuda bû, ew bû Emîrê Tîma Têkiliyên Derve ya li Dêra Zorê.

Dundar got, "Di dema Fûday de min têkiliya navbera emîrên li xaka Dewleta Îslamê û yên li Tirkiyeyê pêk dianî. Nêzî bi 20 kesî re bi rêya krîpto min mesaj dişand. Fûday peyman bi şîfreyan dida. Min jî ji wan re radigihand. Di nava me de hemû bi navê kod dihatin qeydkirin. Naveroka peyaman jî tenê Fûday û rêveberiya payebilind a DAÎŞ'ê zanî bûn. Dawiya sala 2017'an min bihîst ku DAÎŞ'ê qedexe kir ku li Tirkiyeyê çalakî bê kirin. Têkildarî Tirkiyeyê karek hebû. Çalakî bi kêrî me nedihat. Têkildarî Tirkiyeyê bi rêya medyayê û ji bilî medyayê bi rêya vexwendin û rêxistiniyê karên me hebûn. Berê di nava DAÎŞ'ê de 'wezareta çapemeniyê' hebû. Piştî ku xak ji dest çû û vekişîn pêk hat, her wiha Tirkiye weke wîlayetê hate ragihandin, karên medyayê yên li ser Tirkiyeyê jî bi wîlayetê ve hate girêdan."

JI BO BAR BIKE TIRKIYEYÊ YAN JÎ HERÊMÊN NÊZÎ TIRKIYEYÊ

Ji bo pirsa li ser barkirina ji bo Tirkiyeyê Mahmût Dundar nexwest bersivê bide, lê belê di nava axaftina xwe de got, "Ji roja ku ketim nava dosyayê û heta niha armancek avabûna wîlayeta Tirkiyeyê heye. Îhtimal heye ku rêxistin dawiya dawî bar bike Tirkiyeyê yan jî herêmên nêzî Tirkiyeyê."

DIBE KU BERÊ DAÎŞ'Ê JI NÛ VE BIDIN IRAQ Û SÛRIYEYÊ

Min li bîra Mahmût Dundar xist ku çeteyê DAÎŞ'ê yê li Tirkiyeyê hate girtin Omer Yetek û DAÎŞ'iyên mîna wî hatin berdan û armanca vê yekê jê pirsî. Mahmût Dundar di vê der barê de got, "Eger piştî şerê Babê yê sala 2017'an hîn jî polîtîkayeke bi vî rengî hebe, hingî di navbera wan û DAÎŞ'ê de lihevkirinek heye. Armancên Erdogan ên sala 2013'an hene. Li ser Mûsil û Kerkûkê daxwaza maf dikin. Dixwazin ku gelek herêmên li xaka Sûriye û Iraqê bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de jî dixwazin ku DAÎŞ ji nû ve li Sûriye û Iraqê çalak bibe. Kaos bi kêrî wan tê. Ev yek di nava DAÎŞ'ê de nayê wateya bikaranîna xwe, lê belê tê wateya karekî girîng. Ji bo me şerê li dijî Îranê û Şîa ferz e. Ne bawerim ku DYE û welatên Ewropayê piştgiriyê bidin armancên Erdogan ên ji bo sala 2023'an. Lê belê destpêkê bi hev re bûn. DYE û Tirkiyeyê bi hev re sînor paqij kirin û vekirin. Armanc ji vê yekê jî destwerdana li Sûriyeyê bû. Şerê me yê li dijî rejîma Nûsayrî bi kêrî wan dihat. Lê belê planên DYE'yê piştre hinekî guherîn. Şerê li dijî Îranê û Şîa dibe ku bi kêrî DYE'yê jî bê."