Gelê Kobanê daket qadan: Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re
Gelê Kobanê bi şîara ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ meşiya. Di meşê de êrişên kîmyewî jî hate protestokirin.
Gelê Kobanê bi şîara ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ meşiya. Di meşê de êrişên kîmyewî jî hate protestokirin.
Kongreya Star a navçeya Şêranê ya bajarê Kobanê di çarçoveya hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist û bi sedan şêniyên navçeyê, sazî û meclisên wê tevlê bûn.
Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi dirûşmeyan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kirin. Xwepêşandêr ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê heta çarxereya şaredariyê meşiyan.
Li wê derê Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeyê Latîfe Silêman li ser navê Kongreya Star a navçeya Şêran axivî û got “Armanca me ji vê xwepêşandanê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e. Em ji navçeya Şêranê silavan dişînin Îmraliyê û dişînin ji gerîlayan re ku bi şev û roj li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin."
Latîfa Silêman derbarê tecrîda ku hikumeta Tirkiyeyê li ser rêber Ocalan li Îmraliyê dimeşîne, got: "Tecrîda giran a li ser rêber Ocalan tecrîda li ser mirovahiyê ye."
Latîfa Silêman êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: "Em wan xayînên ku dibêjin Tirkiye li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar nayne, şermezar dikin. Ev hemû parçeyek ji komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd e. Dewleta Tirk nikare rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan dûrî gelê Kurd bixe û nikare gelê Kurd û gerîla ji hev cuda bike, ji ber ku em bedenek in."
Ev çalakî di çarçoveya hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" de pêk tê, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin. Ev pêngav li Kobanê ji aliyê Kongreya Star ve tê birêvebirin û li herêmên Qinayê, Sirîn û bajarê Kobanê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.
Tê payîn ku ev xwepêşandan hefteya bê jî bidomin.