Yekîtiya Mamosteyan xiyaneta PDK’ê şermezar kir
Yekkîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga radestkirina cenazeyên şehîdan li PDK’ê kir û xiyaneta PDK’ê şermezar kir.
Yekkîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga radestkirina cenazeyên şehîdan li PDK’ê kir û xiyaneta PDK’ê şermezar kir.
Çalakiya konvedanê ku li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li deriyê Sêmalka hatiye lidarxistin, didome.
Îro Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana çalakiyê kir. Endamên yekîtiyê ber bi deriyê Pêşxabûr ve meşiyan û banga radestkirina cenazeyên gerîlayên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî kir.
Di meşê de li ser navê yekîtiyê endamê rêveberiyê Diyar Silêman daxuyaniyek da. Silêman siyaseta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.
Silêman ragihand: “Kengî dewleta Tirk bikeve tengasiyê, êrişî destkeftî û sivîlan li hemû parçeyên Kurdistanê dike. Derveyî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan bi dronan sivîlan dike hedef û çekên kîmyewî bikartîne.”
Diyar Silêman hedefgirtina gerîla ji aliyê hêzeke Kurd ve şermezar kir û kiryarên PDK’ê wek xiyanet bi nav kir û bang li wê kir ku rêzê ji şehîdan re bigire û cenazeyên wan radestî malbatan bike.
Tê payîn ku wê sibê şêniyên kantona Hesekê serdana çalakiya konvedanê bikin.