Mihemed Şahîn: Bi îradeya gelê me wê encameke serketî bi dest bikeve

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên li ser herêmê dixwaze tirsê bixe nava gel û destnîşan kir, ku bi îradeya gelê xwe wê li hemberî van êrişan bi ser bikevin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ji ANF'ê re li ser gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Mihemed Şahîn diyarkir ku ne cara yekê ye dewleta Tirk û çeteyên wê  bi vê hovîtiyê êrîş dikin û di her 3 êrîşên xwe yên li Kobanê û Qamişlo ku herî dawî pêkanî de sivîl kirin hedef, her wiha bi vî awayî gelek herêm li ber çavê dunyayê hatin dagirkirin.

Şahîn anî ziman ku ji ber AKP’ê dixwest herêmên ku gelê wê şoreş û serhildan avakirine têk bibe û hewlda vê projeyê li  gelek dewletan pêk bîne, lê herî dawî li Sûriyê têk çû û got, “Dewleta Tirk ji roja têkçûna projeya AKP’ê heya roja îro her tim hewildanên xwe hene ku (çawa ku armanca AKP’ê ya ku bi sernexistiye) pêkbîne û dewleteke Osmanî ya nû li Rojhilata Navîn vegerîne, lewma timî hewildanên dewleta Tirk hene ku herêmên Sûriyê dagir bike, lê herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkiribûn gav bi gav ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatin rizgarkirin.

Lê piştî dagikririna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi berdewamî hewildanên dewleta Tirk hene ku bi erêkirineke navnetewî ve li ser herêmê oparesyoneke leşkerî û siyasî çêbike da ku xewnên xwe yên dagirkirina xaka Sûriyê bidomîne û di hindurê Sûriyê de aloziyê zêde bike û êrîşên xwe pêkbîne. Lê heya niha nehatiye qebûlkirin.

Di demên dawî de hemû hêzên pêywendîdar ên bi pirsgirêka Sûriyê re di serî de Rûsya û Emerîka têgihîştin ku divê çareseriyeke leşkerî û siyasî ji bo Sûriyê bê danîn; lê dewleta Tirk ji bo ku pirsgirêka Sûriyê çareser nebe hertim bi vî awayî tevdigere û êrîşên xwe zêde dike. Vê yekê ji bo ku ji vê pêvajoyê sûd bigire û li gorî berjewendiyên xwe tevbigere pêk tîne. Her dema ku tevgereke dîplomatîk ji aliyê Reveberiya Xweser, Meclîsa  Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tê çêkirin, ji bo ku ev gav pêkneyê û pirsgirêka Sûriyê bi awayeke aştiyane çareser nebe, dewleta Tirk êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de malbatên welatparêz hedef digire û sedemê wê wiha anî ziman, “Ji ber ku wan malbatan di şoreşê de bi roleke mezin rabûne û bi salan e ku ji bo mafê gelê Kurd di hindur Sûriyê de têkoşîn kirine. Armanca dewleta Tirk ji wan êrişan eve ku tirsekê di nav gel de avabikin, aloziyekê di sîstema Rêveberiya Xweser de çêbikin û gel ji Rêveberiya Xweser qut bike. Bi vî awayî her roj li ser îradeya gel ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên qirkirinê dixwen.”

Di dawiyê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got ku ewê îro ji her demekê zêdetir bi hêztirin û got: “Ji ber ku gelê cîhanê Rêveberiya Xweser naskiriye û qebûlkiriye, her wiha gel li pişta me ye, lewre tirsa vê yekê AKP lewaz kiriye û di aliyê siyasî de bi binketinê re rû bi rû kiriye. Ji ber vê pêwîste ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk xwedî helwest bin û têkoşîna xwe berdewam bikin. ji ber ku wê bi îradeya gelê me encameke serkeftî ava bike."