Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku li herêma Xelîlfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 45 an de berdewam dike.
Endamên Yekîtiya Cotkaran û Berhemên Sewalan a Herêma Cizîrê li qada deriyê Sêmalkayê kom bûn û bi berzkirina dirûşmeyên di çarçoveya silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina xiyaneta PDK'ê ve ber bi deriyê Pêşxabûr ve meşiyan.
Meş li deriyê Pêşxabûr rawestiya û ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Li ser navê Yekîtiya Cotkaran û Berhemên Sewalan a Kantona Hesekê, endamê reveber ê yekîtiyê Mihemed Hemîd daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Kombûna me ya li vê qadê ji bo piştgirî û nîşandayina dilsoziya bi xeta şehîdan re ye. Her wiha ji bo ku em dengê xwe bilind bikin da ku cenazeyên şehîdên xwe yên leheng ên ku bi destê xayînan şehîd bûne, werbigirin e. Ji vir em bang li raya giştî, rêxistinên mirovî û Xaça Sor a Navneteweyî û Desteya Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo vî karê mirovî destwerdanê bikin.
Çalakî ket roja xwe ya 45'an. Ma dem nehat ku ew alî qêrîna bi şewat a dayikan bibhîzin? Kanê mirovatî ya ku heya niha guhdar nake? Gelo ma ev ne mafê me ye? sekna me ji bo muxatebgirtina wijdanê mirovan e ku divê bersivê bide bangên me û bêdengiya xwe bişkîne û zilmê tune bike.
Wê şênî çalakiya xwe berdewam bikin heta ku cenazeyên şehîdan werbigirin û bi merasîmekê ku layîqî wan be wana veşêrin. Ji ber ku şehîd rêya me ya azadî û rizgarkirina gelê me ji zilm û koletiyê ne.”