Ciwanên Efrînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şikandina tecrîdê li Kantona Şehbayê meşek li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de li navçeya Babinis a kantona Şehbayê meşek li dar xist. Her wiha endamên Tevgera Jinên Ciwan, gelek xwendekaran û şêniyên herêma Efrînê beşdar bûn.

Meş li pêş yarîgeha Babinisê rawestiya û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferîde Hec Ebdo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Ev bû 23 sal ku tecrîd û îşkenceyeke pir giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Lê li hemberî vê tecrîd û îşkenceyê têkoşîn û berxwedaneke pir mezin jî heye. Heya têkbirina dagirkerî û îxanetê li ser axa Kurdistanê em ê têkoşîn û berxwedanê geş bikin.

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan, ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî em ê her tim li qadan bin ku beramberî vî dijminê hov û dewletên desthilatdar, em ê têkoşîn û şerekî pir mezin bidin meşandin. Em ê xwe li derdora Rêber Apo bikin xelekeke ji agir, em nahêlin kesek mafê Rêber Apo di cîhanê de tune bike û bide tunekirin.”