Hikumeta Şamê bi Durziyan re peyman mohr kir

Hikumeta HTŞ'ê ya demkî ya li Şamê desthilatdar e, ragihand ku bi civaka Durzî re jî peymanek mohr kiriye.

Li gorî nûçeya El Cezîre, hikumeta Şamê ku lîderê HTŞ'ê Ahmed El Şara serkêşiyê jê re dike, ji bo civaka Durzî entegreyî saziyên dewletê bike bi heyetek Durzî ya ji eyaleta Siweydayê peymanek mohr kir. El Arabiyayê jî ev agahî piştrast kir.

Ev peyman piştî peymana 10'ê Adarê ya navbera QSD'ê û hikumeta demkî ya Şamê hate mohrkirin.

Li gorî lihevkirinê xizmetên ewlekariyê yên Siweydayê wê bi Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê ve bê girêdan û karmendên polîsên xwecihî jî wê ji vê wîlayeta başûr bin.

Li gel vê yekê wê hikumet walî û şefekî polîsan ê ne pêwîste ji Siweydayê be tayîn bike.

Li gorî agahiyên SANA'yê ku ser bi hikumeta Şamê ve ye, El Şara li Qesra Gel a li Şamê bi waliyê bajêr Mûstafa el Bakur û aktîvîstên ji wîlayetê re rûnişt.