GOTAR

Serhildana 12’ê Adarê bû bingehê Şoreşa Rojava

Gelê Kurd li ber keviya azadiyê ye; bi hemû îhtîşam, heybet, coş û heyecana xwe. Rabirdû wê ti caran neyê jibîrkirin û her tim wê piştevaniya dahatûyê bike. Wê nifşên nû li ser esasê têkoşîna salan di baxçeyê gelan de bijîn.

Berî niha bi 21 salan 12’ê Adara 2004’an rejîma Baas a Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistan bajarê evînê Qamişlo komkujiyek pêk anî. Di wê komkujiyê de bi dehan ciwanên Kurd şehîd û birîndar bûn.

Rejîma Baas ku şovenîstên girêdayî xwe sor kiribûn, di lîstîna maçeke futbolê de li hember nirxên gelê Kurd dest bi êrîşan kiribûn. Di heman demê de hêzên ewlekariyê yên rejîmê yên ji berê de xwe amade kiribûn derbasî sehaya futbolê dibin û bi şovenîstan re pêkve êrîşî ciwanên Kurd dikin.

Gelê Kurd ê Rojava yê li ser esasê xebatên bêhempa yên Rêber Apo yên bi salan, gihiştibû hişmendî û zanebûneke mezin, serê xwe ji wê komkujiyê re nedanî. Li her gund, navçe û bajarên Rojavayê Kurdistan pêl bi pêl gelê Kurd radibû ser piyan li hember faşîzma Baas dengê xwe bilind dikir. Hêzên dewletê li hember raperîna Kurd ji neçarî xwe vekişandibûn. Dewleta bi artêşa xwe, bi tank û wesayîtên zirxî xwe diparast jî nikarîbû li hemberî raperîna gel tiştekî bike.

Dewletê li hember gel gav şûnde avêt û ev rastî fêm kir ku bi komkujî û rêbazên sorkirina gelan li hember hevdu nikare encam bigire, nikare vîn û îradeya gelê Kurd, a bi salan bi felsefe û ramanên Rêber Apo hatiye asta azadiyê bişikîne.  Serhildana 12’ê Adara 2004’an bû bingehê raperîna gelan, avakirina şoreşa Rojava û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Gelê Kurd ê Rojava di Têkoşîna Azadiyê de bi hezaran ciwanên xwe yên pîroz û bilind feda kir. Ew ciwan di rêya azadiyê de bûn pêşeng, bûn sembol. Ji Îsmaîlan, heta Mihyeddînan ji Şîlanan, heta Dîcleyan, ji Rusteman heta Gulbihar, Berwar, Xebatan… afirînerên jiyana azad bûn. Zana, jêhatî û giranbiha bûn. Di Welatê Rojê de çavkaniya jiyana bi rûmet bûn.

Îro Rojhilata Navîn bi taybet navenda wê Kurdistan ketiye merheleyeke nû. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî jiyan û civaka xwe bi ronahiya şehîdan, bi raman û fikrên Rêber Apo ava dikin, bi coş û bi heyecan. Êdî keleh û qesrên serwer û dagirkeran ku kuştin, sirgûn, êş û xizanî li ser gelan didan ferzkirin hildiweşin. Gelên herêmê di vê pêvajoya girîng de li ser esasên Xweseriya Demokratîk jiyaneke wekhev û azad ava dikin.

Jiyana azad li çiyayên Kurdistan ji aliyê şervanên Apoyî ve di kaniyên herî zelal de tê dawerivandin. Ji êş, keser û janên gelê Kurd hêviyên bi hezarê salan tên neqşkirin. Awir, bi hemû dilnizmî û heybeta xwe li asoyan dinihêrin. Çav, êdî di hizrên dahatûyan de diponijin. Stran û helbest di tîrêjên biharê ku ti destên kirêt û qirêj nikarin xwe nêzî wan bikin de, di melodiyên mîna asîman bêsînor de hevokan saz dikin.

Gelê Kurd li ber keviya azadiyê ye; bi hemû îhtîşam, heybet, coş û heyecana xwe. Rabirdû wê ti caran neyê jibîrkirin û her tim wê piştevaniya dahatûyê bike. Wê nifşên nû li ser esasê têkoşîna salan ku her kêliyên wê hêjayî bîranînan e, bi hezarê salan bi awayekî azad, wekhev di baxçeyên gelan de bijîn. Her çi qas kelûgiriyek xwe di gewriyan de bi cih bike jî wê nemirên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tilîlî, serbilindî û bi rûmet bên bibîranîn.