Meclîsa Jinê ya PYD'ê: Divê komkujiya Elewiyan bê lêpirsîn
Meclîsa Jinê ya PYD'ê bang kir ku komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê bê lêpirsîn.
Meclîsa Jinê ya PYD'ê bang kir ku komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê bê lêpirsîn.
Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ber navenda xwe ya giştî ya li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya Nivîsgeha Giştî ya PYD’ê ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna endamên meclisê hat dayîn.
Rêvebera Meclisa Jinê ya PYD’ê Horya Şemdîn daxuyanî xwend. Horiya Şemdîn di daxuyaniyê de diyar kir ku qirkirinên komî, hedefkirina plankirî ya jin û zarokan sûcekî şer ê rasteqîn e û binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî ne.
Di daxuyaniyê de şerê taîfî, tundî û xîtabên nefretê yên li Sûriyeyê tên belavkirin bi tundî şermezar kir û hişyarî da ku ev şer wê welat ber bi aloziyeke mezintir ve bibe.
Di daxuyaniyê de daxwaza hat kirin der barê bûyerên ku li perava Sûriyeyê rû didin de lêkolîn were destplkirin û berpirsên herikandina xwîna gelê Sûriyeyê hesab bidin.
Di dewama daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistin û tevgerên jinan, rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku li hemberî qirkirin û paqijiya etnîkî ya li dijî ewlehiyên Sûriyeyê helwesteke cidî bide.
Di dawiyê de hate diyarkirin ku diyaloga aştiya û çareseriya siyasî rêya parastina Sûriye ji tundî û parçebûnê ye.