Katz: Artêşa Îsraîlê amade ye ku bêyî demeke diyarkirî li Sûriyeyê bimîne
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz roja Sêşemê serdana Çiyayê Hermonê kir û got, "Artêşa Îsraîlê amade ye ku heta demeke nediyarkirî li Sûriyeyê bimîne."
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz roja Sêşemê serdana Çiyayê Hermonê kir û got, "Artêşa Îsraîlê amade ye ku heta demeke nediyarkirî li Sûriyeyê bimîne."
Katz li qereqoleke leşkerî axivî ku bi 40 kîlometreyî nêzî paytext Şamê ye û got, "Colanî (Ahmed el Şara) her sibehê dema ku li qesra serokatiyê ya li Şamê çavê xwe vedike, dibîne ku artêşa Îsraîlê li ser girê Çiyayê Hermonê wî dişopîne û bi bîr tîne ku ji bo parastina herêma başûrê Sûriyeyê, şêniyên Golan û Celîleyê ya li dijî gefên wî û dostên wî yên cîhadîst, em li vê derê ne."
Katz got, "Artêşa Îsraîlê amade ye ku ji bo demeke nediyar li Sûriyeyê bimîne. Em ê herêma ewlekariyê ya li Hermonê biparêzin û bikin ku herêma ewlekariyê ya li başûrê Sûriyeyê ji her cûre gef û çekan hatiye paqijkirin."
Çiyayê Hermonê ji meha Kanûnê ketina rejîma Esad û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye.
Îsraîlê li gel aliyê Sûriyeyê yê Çiyayê Hermonê her wiha çend bajarokê ji herêma tampon a li Girê Golanê jî dagir kir.
Li gorî medya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê du jê li ser çiyayê Hermonê 9 qereqolên leşkerî li nava xaka Sûriyeyê ava kir û 3 tûgayên xwe li herêmê bi cih kir.