‘Divê gel hemû di nava Sûriyeya nû de cih bigirin’
Parêzer Mehsum Elî diyar kir ku lihevkirina QSD’ê û HTŞ’ê ji bo seknandina komkujiya li peravê ye û got, divê gel hemû cihê xwe di nava Sûriyeya nû de bigirin.
Parêzer Mehsum Elî diyar kir ku lihevkirina QSD’ê û HTŞ’ê ji bo seknandina komkujiya li peravê ye û got, divê gel hemû cihê xwe di nava Sûriyeya nû de bigirin.
Parêzerê bi navê Mehsum Elî têkildarî komkujiya ku li Peravê Sûriyeyê rû dayî û di encamê de bi hezaran Elewî hatin qetilkirin, ji ANF’ê re axivî.
Mehsum anî ziman ku ev komkujiyên wiha ne cara destpêkê ye tên kirin, ji destpêka aloziya Sûriyeyê û heta niha bi hezaran komkujî pêk hatin û wiha got: "Em weke gelê Kobanê di sala 2014’an de di komkujiyekê re derbas bûn, bi sedan kes bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatin qetilkirin. Îro li peravê Sûriyeyê komkujiyeke weke ya ku li Kobanê pêk hatî diqewime. Îro ew komkujî ji bo tunekirina netewa Elewî ye, ew berdewamiya komkujiya Kobanê ye."
Mehsum anî ziman ku li ser navê leşkerên BAAS’ê bi hezaran kes hatin qetilkirin û wiha bilêv kir: "Ew li hevkirina ku di navbera Colanî û Mazlûm Ebdî de pêk hatî, wê ji bo tevahî Sûriyeyê bibe aştî. Divê yên ku ev komkujî pêk anîn, bên darzandin. QSD’ê îspat kir ku ew ji bo aştiya ji tevahî Sûriyeyê re li ber xwe didin. QSD’ê peyman da îmzekirin da ku komkujiya li ser gelan bê sekinandin. Divê hemû gel di nava Sûriyeya nû de cih bigirin."