MSD û TEV-DEM'ê qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê bi bîr anîn
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di salvegera 21'emîn de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê bi bîr anî.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di salvegera 21'emîn de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê bi bîr anî.
MSD'ê daxuyaniyek weşand û ragihand ku li Qamişloyê di 12'ê Adara 2004'an de li dijî bê edaletiyê serhildanekê destpê kir û got, "Tovên guherînê hatin çandin, tirs hate têkbirin û rê li ber şoreşa Sûriyeyê vekir ku di sala 2011'an de destpê kir."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sûriyeyiyan piştî hilweşîna rejîma Baasê dema zextê li pey xwe hiştin. Serdemeke ku xwe dispêre edalet, yekîtiya neteweyî û pirrengiyê destpê kir."
MSD'ê destnîşan kir ku ew ji bo Sûriyeyeke pirreng û demokratîk dixebitin ku mafên gelan têne misogerkirin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî ragihand ku piştî serhildana Adarê gelê Sûriyeyê tirs têk bir û di sala 2011'an de li dijî rejîmê serî hilda. TEV-DEM'ê got, "Ev serhildan di heman demê de bû bingeh ji şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an re."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li her kesî dikin ku li dora destketiyên 12'ê Adarê bicivin, Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê xurt bikin."