BI DÎMEN

Şêniyên Kantona Firatê li dijî komkujiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan

Şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina komkujî û qetilkirina gelên li peravên Sûriyeyê, meşiyan.

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û xwedekaran meşek bi dirûşma “Na ji kuştina sivîlan re, erê ji bo Sûriyeya demokratîk” daketin qadan û meşiyan.

Meş ji Qada Jina Azad destpê kir, di meşê de li ser pankartan nivîsên “Na ji qetilkirina sivîlan re”, “Avakirina Sûriyê bi destê hemû pêkhateyan e”, “Aştî ji hemû pêkhateyan re”, “Na ji kuştina zarokan re” hatin hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana QSD’ê” û “Berxwedana jiyan e” hatin berzkirin.

Meş heta Qada Aştiyê dewam kir, li wir deqeyek rêz hat girtin, pişte Berdevka Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî komkujiyên li peravên Sûriyeyê li dijî sivîlan pêk tên şermezar kir û diyar kir ku divê hesabê van komkujiyan were pirsîn.

Eyşe destnîşan kir ku divê êdî ev komkujiyên li ser gelan pêk tên ku bi taybetî gelê Elewî rastî komkujiyan tê, rawestin û wiha got: “Divê êdî aştî û aramî li seranserî herêma Sûriyeyê pêk were. Me di destpêka şoreşê de, qala aştî û aramiyê dikir, divê em hemû pêkhateyên li Sûriyeyê destê xwe bidin hevdu, ji bo ku em bi aramî û aştî jiyan bikin.”

Eyşe Efendî di dawiya axaftina xwe de got: “Divê Sûriye bibe Sûriyeya aştî û aramiyê. Divê hemû pêkhate cihê xwe di nava Sûriyeyê de bigirin.”

Meş bi berzkirina dirûşma “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.