BI DÎMEN

Şêniyên Qamişlo bi meşeke girseyî komkujiyên li ser gelê Elewî şermezar kirin

Şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî komkujiya li ser gelê Elewî yên li bajarên peravên rojavayê Sûriyeyê meşeke girseyî lidar xistin û banga pêwîste komîteyk ji bo parastina gelê Sûriyeyê were avakirin, hat kirin.

Li bajarê Qamişloyê bi armanca şermezarkirina komkujiya li ser gelê Elewî yên li bajarên peravên rojavayê Sûriyeyê bi pêşengiya Meclîsa bajarê Qamişlo meşek hat lidar xistin. Meşa girseyî li çarxerêya Sonî ya bajêr destpê kir. Di meşê de bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, navçe û gundewarê wê, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) amade bûn.

Di meşa girseyî de wêneyên hovîtiya li ser gelê Elewî hatî kirin, hatin hildan û bênavber dirûşmeyên “Na Ji Tundiyê re” û “Yeke Yeke Yeke Gelê Sûriyeyê Yeke” hatin berz kirin. 

Meş li Qada Şehîdan a bajarê Qamişlo veguherî mitîngê. Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin. Hevseroka Meclîsa bajarê Qamişlo Hêvî Mihemed bi zimanê Kurdî û Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa bajarê Qamişlo Ehmed Ebûsî jî bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ NETEWA DEMOKRATÎK E’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 27‘ê Mijdara 2024’an, piştî hilweşîna rêjîma Baas û hatina hikûmeta nû, ti guhertin di Sûriyeyê de pêk nehatiye û ev tişt hat gotin, “Gelê Sûriyeyê bi mirinê rû bi rû maye. Tu rêzgirtin ji taybetmendî û xweseriya gelê Sûriyeyê ya çandî, olî û civakî re nehatiye girtin. Diyare ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê nikare gelê Sûriyeyê bi rê ve bibe û siberoja wan ava bike. Çare tenê projeya Neteweya Demokratîk e. Ji ber mifteya çareseriya Sûriyeyê netewaya Demokratîk e.”

‘BILA DEWLETÊN YEKBÛYÎ BI ERKA XWE YA MIROVÎ RABIN’

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di van demên dawî de li ber çavên hemû cîhanê komkujiya Elewiyan li bajarên mîna Banyas, Tartûs, Ceblê, Hema û Himisê pêk tê û ev tişt hat gotin, “Bi hinceta ku ew girêdayî rêjîma Baas ê ne, êrîş dikin. Lê belê di rastiyê de ne wisa ye. Jin, zarok û kal, hemû tên kuştin.

Em bang li raya giştî û dewletên navneteweyî dikin ku bi erkê xwe yê wijdanî rabin û kêm netewan biparêzin. Her wiha pêwîste komîteyk ji bo parastina gelê Sûriyeyê bi awayeke lezgîn were avakirin. Divê kesên ku van komkujiyan kirine werin darizandin.”